TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir
- 16:40 20 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E’yê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir û got: "Parastina aşitiyê bes ne sekinîna li dijî şerî ye; di heman demê de avakirina mekanîzmayên civakî ye ku wekhevî, edalet û azadiyê dabîn bikin."
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajarê Ewropayê di navbera 1 û 10’ê Adarê de werin lidarxistin, eşkere kir. Bernameya hatî diyarkirin bes çalakiyên teqez bûne di nava xwe dihewîne û hate diyarkirin ku wê li bajarên din çalakiyên cuda werin lidarxistin.
TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: "Nabe ku êrîşên li ser gelê Kurd û Rojava bes weke geşedanên leşkerî werin nirxandin. Ev qonaxeke nû ya refleksa avanî ya modernîteya serweriya mêran, netewdewlet û navendî ya li dijî tecrûbeyên civaka demokratîk e. Di rastiyê bes erdnigarî nayê hedefgirtin; îradeya gelan a jiyana wekhev û hevpar, paradîgmaya azadiya jinan û modela birêxistinbûna civakî ya alternatîf jî tên hedefgirtin.
Parastina aşitiyê bes ne sekinîna li dijî şerî ye; di heman demê de avakirina mekanîzmayên civakî ye ku wekhevî, edalet û azadiyê dabîn bikin. Veguherîna ku weke şoreşa jinan tê îfadekirin jî di navenda vê pêvajoya avakirinê de cih digire. Rojava cihê jinên azad e û em ê wê biparêzin.
Di vê çarçoveyê de çalakiyên ku wê di navbera 1 û 10’ê Adarê de li bajarên cuda yên Ewropayê werin lidarxistin, bes ne xwepêşandan in di heman demê de banga eşkerekirina wijdana kolektîf a raya giştî ya demokratîk e. Beşdariya jinan, ciwanan û hemû derdorên demokratîk wê rewabûn û berdewamiya veguherîna civakî xurt bike."







