Li Amedê meşa ziman: Zimanê kurdî rûmeta me ye
- 12:35 21 Sibat 2026
- Çand û Huner
AMED - Li Amedê ji bo roja ziman meşa ku hat lidarxistin de peyama xwedî derketina ziman û wiha hat gotin: “Bila zimanê kurdî weke statû bê qebûlkirin.”
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî ve li Amedê ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê meş û daxuyanî pêk hat. Girseya ku li ber avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) kom bûn, heta li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşiyan. Di meşê de dovîzên “Bila Kurdî Bibe Xwedî Statû”, “Azadiya Zimanê kurdî Bingeha Aştiyê ye” û “Dem Dema Zimanê Kurdî ye” hat bilindkirin û pankarta “Statûya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” hat vekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Dayikên Aştiyê, gelek sazî û dezgeh û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de tim dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman rûmeta me ye” hat berzkirin.
Girseya ku meşiyan gihiştin ber Abîdeya Mafê Mirovan û li vir daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla mamosteya zimanê kurdî Nûh Bozkûrt ve hat xwendin.
‘Zimanê kurdî weke statû qebûl bikin’
Nûh Bozkûrt bi lêv kir ku ziman hêmana sereke ya neteweyan e û tenê bi rêya rêzgirtina nirx û mafên hev û din civak dikarin aştî û hevgirtina di navbera xwe de ava bikin û xurttir bikin. Nûh Bozkûrt, diyar kir ku zemîna yekem û herî berbiçav a vê aştî, hevahengî û hevgirtinê jî rêzgirtina li mafê zimanê dayikê ye, misogerkirina van mafan e û bicihkirina çanda pirrengî û pirzimaniyê ye û wiha pê de çû: “Wekî ku tê zanîn, têkoşîna bangladeşiyan a ji bo zimanê xwe yê dayikê, mafê xwe yê jiyana bi zimanê dayikê û xwepêşandana wan a ji bo şikandina pergala yekzimanî bûye bingeha vê roja yadkirinê ya 21ê Sibatê ku weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî hatiye pejirandin. Îro di vê sedsalê de jî li gelek derên cîhanê wekî kurdan gelek gel xwedî li zimanê xwe û mafê xwe yê zimanê dayikê derdikevin û daxwaza mafên xwe yên kolektîf dikin. Gelê kurd jî ev ji sed salî zêdetir e ku li dijî pergala yekzimanî ya asîmîlasyonîst li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên zimanî dike û bang li gelê kurd û hemû gelên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî yên wekî statu û perwerdeya bi zimanê dayikê xurttir bikin.”
‘Xûrtkirina zimanê kurdî’
Nûh Bozkûrt destnîşanê pêvajoya aştiyê ya ku destpêkiriye kir û got ku di vê pêvajoyê de, weke cihekî ku kurd lê xwedî mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê ne, bi zimanê xwe bi serbestî dikarin hemû kar û barên xwe bikin û xwedî statuyekê ne û bi lêv kir ku wan dîtiye ku bê ka çawan Rojavayê Kurdistanê bi êrîşan re û bi bêtehemiliyekê re rû bi rû ma ye. Nûh Bozkûrt wiha pê de çû: “Di bingeha vê bêtehemiliyê de em dizanin ku nerûniştandina çandeke pirrengîparêzî, hevqebûlkirin û wekheviyê heye; li şûna vê yekê, tiştekî ku tê xwestin ew e ku hiyerarşiya neheq a heyî ya di navbera gelan û zimanan de bê berdewamkirin û kûrtirkirin. Diyar e ku ev helwest jî çêker nîn e, hilweşîner e. Weke saziyên zimanê kurdî, bi hişmendiya bilindkirina alaya zimanê kurdî, avakirina pireke têkoşînê di navbera ziman û gelên bindest de û bi berzkirina daxwazên xwe yên sereke yên zimanî, ku statu û perwerdeya bi zimanê dayikê ne; em ê bi minasebeta 21ê Sibatê xebatên wekî panel, meş, dax uyanî, pêşandana lîstikên şanoyê û fîlman, pêşandana lîstikên şanoyê tenê ji bo jinan, pêşandana lîstikên şaniyê ji bo zarokan, şevên dengbêjan, îmzekirina pirtûkan, li cihên navendî danîna standan ji bo xurtkirina hişmendiya zimanî, vekirina Parka Gulîstana Zimanan, konsera pirzimanî, forûm, belgedayîna xwendekarên saziyên zimanê kurdî, bi saziyên çandê re konserên pirzimanî, semînerên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zazakî şandina nameyan bo UNESCO, Serokwezîr û Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina jinavçûna kirmanckî/zazakî.”
‘Zimanê me hebûna me ye’
Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser êrîşên li dijî zimanê kurdî li dewlet kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên înkarê bîne û gavên destûrî bavêje. Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin û got, “Îro ji bo azadî û pêşeroja zimanan rojek girîng e. Li gorî lêkolînekê, zaravayê Kirmançkî yê Kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em dikarin bi hev re li dijî êrîşên li ser zimanê Kurdî li berxwe bidin. Birêz Ocalan her tim girîngiya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî tekez kiriye û pêwîstiya berdewamiya vê têkoşînê destnîşan kiriye. Pêwîst e dewlet şertên pêvajoya ku zêdetirî salek berê dest pê kiriye bicîh bîne û gavan bavêje da ku zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê naskirin û statuya fermî bide. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me hebûna me ye.”
Daxuyanî bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.







