Bi 8'ê Adarê Civaka Azad û Demokratîk (3)

  • 09:06 22 Sibat 2026
  • Dosya
Ji Kurtajê ber bi teqawîtbûnê: Li Ewropayê serhildanên jinan
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Fransayê heta Polonyayê ji Almanyayê heta Qiraliya Yekbûyî, jinan li dijî polîtîka teqawîtbûnê, kurtaj, koçberî û tundiyê daketin kolanan û xeta îtîrazê hûnandin.
 
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Ewropayê êdî ne tenê rojeke piştevaniyê ya sembolîk, wek xeta parastinê ya ji bo bidestxistina maf û destekftiyan  ji nûve watedar dibe. Di salên dawî de jin li dijî polîtîkayên neolîberal, rastgir û mîlîtgarîst, hem li kolanan hem jî li qadan îtîrazên xwe bi awayekî xurt tînin ziman.Jin li dijî êrîşên li ser mafên hatine bidestxistin, li dijî tundiya mêr, polîtîkayên şer, xizanî û bêewlebûnê dadikevin qadan û têkoşîna xwe mezin kirin. Ev xeta berxwedanê 8’ê Adarê ne wek rojekê, veguhertin zemîna têkoşîna polîtîk. Li Ewropayê têkoşîna jinan li dijî pergala hevpar û xurt ava dike.
Di vê beşa dosya xwe de me daxwazên jinên Ewropayê kom kirin.
 
Fransa: Ji teqawîtbûnê heta kurtajê, kolan ya jinan e
 
Li Fransayê çalakiyên jinan li ser du esasan pêş ketin. Ya yekemîn têkoşîna li dijî reforma teqawîtbûnê, ya duyemîn jî ya mafê kurtaj û polîtîkayên beden bû.  Li dijî sererastkirina ku temenê teqawîtbûnê hat zêdekirin de, bi banga sendîkayan protestoyan destpê kir û jinan di eniya pêş de cih girtin. Jinan diyar kirin ku barê herî giran yê reforma teqawîtbûnê jin hildigirin. Li aliyê din jî tevî ku mafê kurtajê li Fransayê ket bin ewlehiya qanûnî, jinan diyar kirin ku ev bi awayekî fîîlî tê astengkirin û li dijî newekheviya xizmetên tenduristiyê daketin qadan. Jinan diyar kirin ku divê kurtaj ne tenê qanûnî be, divê bê pere û mirov bikaribin xwe bigihînê nê.
 
Li Fransayê jin bi dirûşmeyên "Bedena min ya min e", "Di teqawîtbûnê de wekhevî" û "Bila keda me bê dîtin" li kolanan bûn.
 
Almanya: Li dijî tundiya mêr edalet û dengê jinên penaber
 
Li Almanyayê çalakiyên jinan li dora edaleta li dijî tundiyê û mafê jiyanê ya jinên penaber bit eşe bû. Li dijî tundî û qetilkirinên jinan li Berlîn, Hamburg, Kolnê û gelek bajarên din meş pêk hatin. Jinan diyar kirin ku dewlet polîtîkayên pêşî li tundiyê digire, dernaxin, stargeh kêmin û bêcezahiştina gumanbaran didome.
 
Jinên penaber jî li dijî êrîşên nîjadperest, starbûnê û polîtîkayên sînor dengê xwe bilind bikin. Jinan diyar kirin ku  bi polîtîkayên koçberiyê ewlehiya jinan ji holê tê rakirin û li dijî nîjadperestî û newekheviyê banga têkoşînê kirin.
 
Ispanya: Kevneşopiya greva femînîst didome
 
Li Ispanyayê tevgera jinan kevneşopiya greva femînîst domandin. Jinan li dijî heqdestnê newekhev, xebata bêewle û barê xizmeta lênerînê a li ser jinan grev û meş pêk anîn. Jinên di sektora xizmeta lênerînê de dxiebitin, li dijî şertên giran yên xebatê û heqdestê kêm daketin qadan. Heman demê de li dijî tundî û qetilkirina jinan daketin kolanan.
 
Îtalya: Li dijî polîtîkayên rastgir û ferzkirinên malbatê jin
 
Li Îtalyayê jin li dijî polîtîkayên hikûmeta rastgirt yên li ser malbat, dayik û welidînê dimeşînin daketin kolanan. Rêxistinên jinan diyar kirin ku mafê xizmeta kurtajê tê astengkirin û jin hepsê rola ‘dayikbûnê’ tê kirin. Jinan her wiha li dijî bêewlehiya pêşerojê, betalî û heqdetê kêm çalakî rêxistin kirin.  Jinan peyama ‘ji hepskirina jinan a nav malbatê re na’ bilind kirin.
 
Polonya: Li dijî qedexeya kurtajê berxwedan
 
Li Polonyayê jin li dijî qedexeya kurtajê daketin kolnan. Jinan li dijî astengiyên bi destê daraz û hikûmetê tên meşandin, bi dirûşmeya ‘ev êkoşîneke mafê jiyanê ye’ çalakiyên protesteoyî pêk anîn. Di protestoyan de piranî jinên ciwan û xwendekaran cih girt.
 
Qiraltiya Yekbûyî: Li dijî tundiyê têkoşîn
 
Li Qiraltiya Yekbûyî çalakiyên jinan di esasa tundiya li ser jinan û polîtîkayên ked û lênerînê de pêş ketin. Jinan li dijî heqdestê kêm yên di sektora tenduristî û perwerdehiyê de grev rêxistin kirin. Bi taybet hemşîre, kedkarên xizmeta lêngerînê û mamoste newekheviya di van sektoran de derxistin holê. Li dijî qetilkirina jinan û tundiya polîsan protesto hatin kirin.