Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

  • 12:16 8 Gulan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Enstîtuya Kurdî ya Amedê “Ferhenga Kirmanckî” ya ku bi keda komîsyoneke berfireh ve amade kiriye weşand. Ferheng armanc dike ku di perwerde û standartkirina zaravayê Kirmanckî de bibe çavkaniyeke bingehîn.
 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê geveke nû li xebatên Kurdî zêde kir û “Ferhenga Kirmanckî” weşand. Ev ferheng wekî berhema xebateke kolektîf a ku ji sala 2017an û vir ve berdewam dike, derket pêş. Redekteya ferhenga ku ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatiye çapkirin, Komîsyona Kirmanckî ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê kiriye. Ferheng armanc dike ku di perwerde û standartkirina zaravayê Kirmanckî de bibe çavkaniyeke bingehîn.
 
Di nav amadekariyên ferhengê de Ayşe Newroz, Azîz Şahîn, Denîz Maya, Ensarî Ozdogan, Fatma Gul Çîçek Ari, M. Selîm Ozak, Rukiye Dîcle, Salîha Ekîncî Karagoz, Selvî Ekîcî, Serhat Kiliç û Zehra Gultekîn cih girtine. Befga pirtûkê ji aliyê Newal Bûlût û mîzanpaja wê jî ji aliyê Zafer Tuzun ve hat amadekirin.
 
Her wiha di ferhengê de li hemberî peyvên Kirmanckî, stûnek ji bo Kurmanciya wan jî hatiye veqetandin da ku kurmancên ku dixwazin fêm bikin jî sûdê jê bigirin.
 
Ferhengê li pirtûkfiroşan jî cihê xwe girt.