Kovara Jinê bi sernavê “Jin, Ziman û Berxwedan” derket

  • 10:18 10 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê ya ku heftane derdikeve vê hefteyê cîh daye pêywendiya navbera ziman û jinê de.
 
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 167’an de, balê dikşîne li ser têkiliya di navbera zimanê Kurdî, nasname û berxwedanê de. Her wiha bal biriye ser cihê jinan a di ziman, wêje û çanda devkî de û berçavgirtina Kurdî ya wekî hebûn û bîra neteweyekî.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
*Cinî, Cuye, Ziwan / Cemile Turhalli
 
*Zimanê Kurdî Stûna Berxwedanê ye / Roza Metîna
 
*Ziwan Estbiyayena Milet a / Feride Akturan
 
*Di Wêjeya Devkî ya Kurdî de Jin: Jin Bîra Veşartî ya Wêjeya Devkî Ne / Devrîm Demir
 
*Helwestek li dijî Wêjeya Zilamî: Leyla Erbil / Didem Yilmaz