Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

  • 15:36 10 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket. 
 
Bi sedhezaran welatiyên Efrînî, ji ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Welatiyên Efrînî, di çarçoveya lihevkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de kom bi kom vedigerin warê xwe. 
 
Îro piştî nîvro jî koma 5'emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ye koma yekem ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat di 9'ê Adara 2026'an de, koma duyemîn a ji nêzî 200 malbatan pêk dihat di 4'ê Nîsanê de, koma sêyemîn a ji nêzî 800 malbatên koçber pêk dihat di 14'ê Nîsanê de û koma çaremîn a ji nêzî hezar malbatan pêk dihat jî di 9'ê Gulanê de çûbûn Efrînê.