Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê: Em ketin pêvajoyek nû

  • 09:03 5 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Azîze Akoglu
 
ENQERE- Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê jinan diyar kirin ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk ketine pêvajoya ji nû ve rêxistibûnê û banga têkoşînê kirin.
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re , ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ve pêvajoya nû ya rêxistibûnê hat destpêkirin. Ligel vê jî hîmê pêvajoya avakirina nû bi gel re tê kirin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Enqereyê jî di dema nû de ji bo mezinkirina rêxistibûna jinan xebatên rêxistibûnê wê bidomîne.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Burcu Yangin û endama meclîsê Sati Hasdemîr der barê pêvajoya nû de û girîngiya rêxistibûnê de axivî û gotin wê di dema nû de bi têkoşîna jinan rêxistinbûnê mezin bikin.
 
‘Hedefa me rêxistibûne’
 
Burcu Yangin da zanîn ku bi dema nû re di esasa rêxistibûnê de meclîsa jinan ji nû ve ava kirine û wiha balkişand ser girîngiya rêxistibûnê: “Ji bo me gelek girîng e ku banga aştî û civaka demokratîk li herêman ji her kesî re bê vegotin û her kes bibe kirdeya pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de jin kategoriya sosyolojîk a girîngin. Jin û zarok yên ku herî zêde di şer de zirarê dibînin e. Di vî alî de di avakirina aştiyê de jin kirdeyên girîngin. Hedefa me ya ewil ev e ku zêdetir rêxistinbûn hebe, meclîsên jinan bên xurtkirin, li hemû qadan jin bên xurtkirin, daxwaza aştiyê bi awayekî xurt bê ziman.”
 
‘Em têkoşîna hevpar a jinên girîng dibînin’
 
Burcu Yangin daxuyakirin ku ew girîngiyê didin têkoşîna hevpar a jinan û wiha bi lêv kir: “Em li hemû bajarên lê dimînin di platformên hevpar de cih digirin. Dema em tên cem hev em hemû zemînan dinirxînin.Ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar em di dema nû de jî bi vê nêzîkatiyê xebatên xwe didomînin. Me piştî banga Birêz Ocalan wek DEM Partiyê li gelek cihî ji bo vegotina pêvajoyê civînên gel pêk anîn. Di vê demê de avakirina zemîna têkoşîna hevpar girîng e.”
 
Banga rêxitinbûn û têkoşînê
 
Burcu Yangin di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê li her derê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em pêvajoyeke ku jin zêdetir tevli pêvajoyê bibin û nîqaşan bimeşînin plan dikin. Ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk, em banga têkoşîna hevpar li hemû jinan dikin ku di bin banê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê de bên gel hev.”
 
‘Em ketin pêvajoyeke nû ya rêxistibûnê’
 
Sati Hasdemîr jî destnîşan kir ku ji bo avkairina aştî û civaka demokratîk ketine pêvajoyeke nû ya rêxistibûnê û  li ser girîngiya cihgirtina jinan a di pêvajoyê de sekinî. Sati Hasdemîr wiha dirêjî dayê: “Divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn. Divê sernavên jiyana xwezayî, têkoşîna jinê, xwza û mafê sewalan hebe. Divê em di van qadan de bi hev re têbikoşin. Ji herêmê rêxistibûn û yek bi yek xwe gîhandina mirovan girîng e.”
 
Divê xeta têkoşîna hepvar bê avakirin
 
Sati Hasdemîr balkişand ser tundiya li ser jinan a ku her diçe zêde dibe û got der barê tunekirin mafên jinan de polîtîkayek tê meşandin û wiha got: “Rakirina mafê nefeqeyê rîska mezin dihewîne. Ji bo aboriya jinan hewcedarî bi sererastkirinên qanûnî yên nû hene. Rakirina Peymana Stnebolê rîskek cidî ye. Di van qadan de hewcedarî bi têkoşînek cidî heye. Em dibêjin ku dema aştî nebe pirsgirêka hemû kesî wê hebe. Divê em bi hev re di piştevaniyê de bin û xeta têkoşîna hevpar mezin bikin.”