Li Elîhê tundiya mêr
- 21:42 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
ELIH – Li Êlihê A.K hewl da jina bi navê Y.K ku dest jê berdaye qetil bike.Y.K 32 hefte ducanî bû û bebekê jiyana xwe ji dest da.
Li bulvara Cizre ya Êlihê A.K hewl da Y.K ya dest jê berdaye qetil bike. Y.K birîndar bû û piştî ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê Y.K rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku Y.K 32 hefte ducaniye û bebekê jiyana xwe ji dest daye.
Dermankirina Y.K didome û hat hînbûn ku ji bo girtina A.K xebat hatine destpêkirin.







