Pêşenga serdema lehengiya jinan: Ekîn Wan
- 09:13 10 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qetilkirina Ekin Wan ku cenazeyê wê hat îşkencekirin û teşhîr re 11 sal derbas bûn. Ruhê serhildêr û daxwaza azadiyê ya Ekin Wan ji bo jinan îro bûye mîrateyek.
Di ser qetilkirina Kevser Elturk (Ekin Wan) ku di 10'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgim a Mûşê di pevçûnekê ku cenazeyê wê hat îşkencekirin û teşhîr kirin re yazdeh sal derbas bûn. Digel ku ev muameleya li hemberî Ekin Wan şopên kûr di bîra civakê de hiştin, teşhîrkirina cenazeyê wê li ber çavên gel wekî peyamek ji bo têkoşîna azadiya jinan hate şîrovekirin û rêbazên hatin bikaranîn jî wekî encama polîtîkayên zilmê hatin belgekirin. Li pişt vê êrîşa hovane ya li dijî Ekin Wan û wê berxwedana ku di bîran de maye, çîroka jiyaneke ku ji bo rawestîna li hemberî neheqiyê hatiye terxankirin heye.
Ekin Wan ku bi gotina xwe ya navdar a "Destê her kesê ku li hemberî jinekê bilind bibe bişkînin" dihat naskirin, hê ji zaroktiya xwe de di nav hawîrdoreke feodal de xwedî hişmendiyeke kûr bû. Wê bi redkirina cudakariya li hemberî xwe û derdora xwe, wate da jiyana xwe. Ekîn Wan di sala 1986'an de li gundê Navre yê navçeya Ebex a Wanê ji dayik bû. Ekin Wan di nava malbat û civaka xwe de bi fedakarî û ruhê xwe yê serhildêr dihat naskirin. Hê di zaroktiya xwe de, ew bi malbata xwe re ji gundê xwe çû navenda bajarê Wanê.
Mifeteya azadiyê
Hemû kodên koletiyê yên ku ji aliyê pergalê ve dihatin ferzkirin, di jiyana wê de bûn sedema nakokiyên kûr; wê di tevahiya temenê xwe yê ciwan de berdewam kir ku van nakokiyan bipirse û binirxîne. Bi redkirina hemû nêzîkatiyên kevneperest û paşverû, di bîst saliya xwe de rêya xwe ber bi çiyayên ku wekî mifteya azadiyê didîtin guhert.
Nûnera têkoşîna jinan
Ekîn Wan li ser her rêyeke çiyê têkiliyên hevaltiyê xurt kirin. Wê jiyana xwe di çarçoveya vê felsefe û paradîgmayê de ji nû ve pênase kir. Ji bo Ekin Wan, lêhûrbûn û têkoşîna li dijî nakokiyan qet ranewestiya. Li her cihê ku lê bû, li dijî neheqiyê rabû ser piyan û şiyana fermandariya jinê di şer de îsbat kir. Her şervanek ku wê perwerde dikir, dibû nûnerê têkoşîna jinan. Ekîn Wan bi berdewamî hewl da ku wê zîhniyeta baviksalarî ya ku li qada şer pê re rûbirû mabû, biguherîne. Bi helwesteke bi biryar di nava refên azadiyê de li dijî kesên ku destê xwe dirêjî jinan dikirin sekinî; ne tenê bi bikaranîna çekan, lê her wiha bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û pratîkî jî bû mînak.
Girêdana bi têkoşîna jinê re
Ekin Wan, ya ku di nava neh salên têkoşîna xwe de erka xwe yên fermandariyê bi biryardarî û serkeftin bi cih anî, jiyana xwe diyarî vê dozê kir. Hê berî tevlîbûna refên gerîla, wê gelek caran bi malbat û civaka xwe re li ser wekheviya zayendî nîqaş dikir; lewma wê jiyana xwe ji bo belavkirina îdeolojiya azadiya jinan di nava civakê de terxan kir.
Kevneşopiya ku mîrt hat hiştin
Têkoşîna Ekin Wan ku bi teşhîr kirina bedena wê dihat naskirin veguherî kevneşopiyeke kûr a berxwedanê. Îro jin bi rêberiya paradîgmaya azadiya jinan, li dijî hemû cureyên koletiyê û zîhniyetên zayendperest têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomînin.







