Jina Kurd 3 madalyayên zêr û madalyeyek zîv qezenc kir

  • 11:28 19 Tebax 2026
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîrgan Hacî ya ji Kobanê, di Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê de 3 madalyayên zêr û yek a zîv qezenc kir.
 
Federasyona Rakirina Giraniyê ya Navneteweyî (IPF) 18-29’ê Tebaxa 2026’an li bajarê Sun City a li Efrîqaya Başûr Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê lidar xist. Sporvanên di bin temenê 18 saliyê de, tevlî vê pêşbirkê dibin.
 
Roja Sêşemê, jina ciwan a ji Kobanî Mîrgan Hacî, di Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê de li Sun City 3 madalyayên zêr û madalyayek zîv bi dest xist.
 
Mîrgan Hacî ji Kobanê ye û bi malbata xwe re li Reqayê dijî. Di salên dawî de, di şampiyoniyên herêmî de, di lîstikên Hêza Laş de navdar bûye.