Girtiya siyasî bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin

  • 15:30 22 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Dadgeha Bilind a rejîma Îranê ve, ji bo girtiya siyasî Erxewan Felahî ya 24 salî ku di Girtîgeha Evînê de ye, cezayê darvekirinê hat dayîn.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA, ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Erxewan Felahî ya 24 salî û di Girtîgeha Evînê de tê girtin, birî.
 
Di raporê de hate diyarkirin ku girtiya siyasî bi biryara Serokê Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê dadwer Ebulqasim Selawatî, bi tohmeta "serhildana çekdarî ya dijî dewletê" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
 
Hate destnîşankirin ku Erxewan Felahî piştî ku di destpêka sala 2025’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, ji bo girtîgeha Wezareta Îstîxbaratê ku wekî Beşa 209’an a Girtîgeha Evînê tê naskirin, hat veguhestin.
 
Rêxistinê da zanîn ku ew ji bo demekê di beşên 209 û 241 yên Girtîgeha Evînê de, di bin çavdêriya Parastina Îstîxbarata Desthilata Dadwerî de di binçavan de maye, di vê demê de di bin êşkenceyên giran ên derûnî de maye û hewldan hatiye kirin ku li ser têkiliya bi terorkirina her du dadweran, Mihemed Muqeyse û Elî Rayzenî, îtirafên bi darê zorê jê wergirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Erxewan Felahî berê jî ligel bavê xwe di sala 2021’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî demekê ji bo Girtîgeha Evînê hatibû veguhestin. Paşê ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, bi tohmeta ‘civîn û pîlangeriyê’ du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştî qedandina dema hukmê xwe ji Girtîgeha Evînê hatibû berdan.