Negîn Husênî xelata Madalyona Zêrîn a Cîhanê ya Hilberînê girt
- 20:38 23 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan a bi navê Hegîn Husênî a xelkê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye di Pêşbirka 6’emîn a Navneteweyî ya Hilberîn û Nûjeniyê ya (IFIA INV) de li Siwîsteyê ji ber çêkirina ‘dîwareke aqilê çêkirî’ Xelata Zêrîn a Cîhanî bidest xist.
Malpera Hişyarbûnê ya Jinên Saqizê têkildarî xelata Negîn Husênî ya xelka Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê agahî da.
Di nûçeyê de hate gotin ku Negîn Husênî a xelkê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye di Pêşbirka 6’emîn a Navneteweyî ya Hilberîn û Nûjeniyê ya (IFIA INV) de li Siwîsteyê ji ber çêkirina ‘dîwareke aqilê çêkirî’ Xelata Zêrîn a Cîhanî bidest xistiye.
Hate gotin ku ev pêşbirka navneteweyî di meta Tîrmeha 2026’an de li ser rêya online li navendên serekî yên federasyona navneteweyî ya meclisa hilberîn a li Çînê hate lidarxistin.
Hate ragihandin ku hilberîna Negîn Husên ji dîwareke du alî hatiye çêkirin ji bo pileya germahî bi karanîna madeya Nano û guherîna faz (PCM) kar dike. Ev sîstema nû bê ku pêwîstî bi elektirîkê hebe raste rast pileya germahiya nava avahiyê digire, heman demê dibe sedema guherîna pileya germahiya nav ya ji rêjeya sedî 60’î.







