Li Enqereyê pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

  • 11:35 8 Îlon 2026
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo endamên Tevgera Azadiyê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Saziya Platforma Demokratîk li Enqereyê tên bibîranîn. Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
 
Saziya Platforma Demokratîk ji bo endamên Tevgera Azadiyê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi bernameya bîranînê tên bibîranîn. Li eywana bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên canê xwe ji dest dane; Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal), Suat Çalpan (Ciwan Serhat), Nihle Buket Olmez (Berîtan Amed), Baran Ozturk (Baz Sîpan) Mehmet Aslantaş (Şoreş Konya) û Hasret Tusun (Asmîn Dorşîn) li ser potekî kesk, sor û zer hat danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd Rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin. Malbatên şehîdan piştî derbasî cihê bîrananînê bûn wêneyê şehîdan girtin hembeza xwe û lorandin. Di bîranînê de dua hatin kirin û fatîhe hatin xwendin. Bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
 
Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên giredayî Platforma Saziyên Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, Zulkuf Uçar û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê jî tev li bîranînê bûn. Bîranîn dê 2 rojan bidome û heta seat 17:00'an serdanên bîranînê berdewam bike.