Çalakiyên 'Sêşema na ji darvekirinê re' di hefteya 136'emîn de ye
- 11:40 8 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara girtîgehên ku tevlî kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" bûn gihîşt 62'an. Kampanyayê diyar kir ku hefteya dawî ya Tebaxê herî kêm 32 kes hatin darvekirin ku 2 ji wan jin bûn.
Kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê tê meşandin, di hefteya 136'emîn de ye. Komek ji girtiyên li Girtîgeha Îranşehr a li eyaleta Sistan û Belucistanê beşdarî kampanyayê bû, bi vî rengî hejmara girtîgehên tevlî bû gihîşt 62'an.
Girtiyên tevlî kampanyayê bûn, vê hefteyê jî ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê ketin greva birçîbûnê. Di daxuyaniya kampanyayê de hate gotin, hefteya dawî ya meha Tebaxê herî kêm 32 kes hatin darvekirin ku 2 ji wan jin bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkildarî hin kesên ku di protestoyên Çileya 2026'an de hatin binçavkirin biryara darvekirinê hate dayin, an jî dibe ku biryareke bi vî rengî bê dayin.
Kampanyayê bang li aktîvîstên siyasî, mafên mirovan, karkeran û civaka sivîl kir ku li ber cezayê darvekirinê rabin û ji bo rawestandina înfazan têbikoşin.







