Çîrokên jinan di xêzên xwe de vedibêje
- 09:04 10 Îlon 2026
- Çand û Huner
ÊLIH - Amîne Alphan ya ku pirsgirêkên jin û civakê vediguheze ser tuvalê, tevî ku malbata wê dixwaze pîşeyek din hilbijêre dest ji xêzkirina wêneyan bernade. Amîne Alphan ku di amadekariya pêşangeha xwe ya yekemîn de berhemên jinan esas digire wiha got: “Wênexêzî ne karekî vala ye. Jêhatîbûneke mirovan taybet dike ye.”
Amîne Alphan ya 22 salî jiyana jinan û pirsgirêkên civakê vediguheze ser tuvalê û xebatên wênexêziyê ku salên zarokatiyê de wek hobiyê kir, di Navenda Çanda Bahar de bi profesyonelî iddomîne. Amîne Alphan da zanîn ku malbata wê pîşeyeke din ji wê dipa lê wê dest ji wênexêziyê bernedaye û hedef dike ku di pêşangeha xwe ya ewil de mijarê jinan esas digire, bicih bike.
‘Min bi kelecan dest bi karê xwe kir’
Amîne Alphan da zanîn ku di zarokatiyê de wênexêzî wek hobî dikir û wiha domand: “Ez hatim Navenda Çanda Bahar min xwe pêş xist. Ev saleke ez têm vir. Ji zarokatiya xwe de vî karî dikim. Em biçûk bûn bavê min her tim xêz dikir. Ji ber vê jî eleqeya min çêbû. Bi saya bavê min çêbû. Li dibistanê hevalên min digotin ‘ji me re jî xêz bike’. Şaredariya Amedê pêşangeh vekiribû. Min serî li wir da. Min tabloyek xwe bir wir. Ji bilî wê ez diwazim pêşangehekê vebikim.”
‘Dixwazim pêşangeha min der barê jinan de be’
Amîne Alphan daxuyakirin ku 14-15 tabloyên heta niha çêkirine tevahiya wan der barê jinan de ye û ev tişt anî ziman: “Dema xemgîn an jî kêfxweş bim wêneyan xêz dikim. Navbera van wêneyan de cudahî bê guman heye. Dema xemgîn bim pir nikarim xêz bikim lê destpê dikim xemginiyê ji bîr dikim. Mirov her tiştî li aliyekî dihêlin. Min heta niha 14-15 tablo çêkirin. Hemû xêzên min der barê jin û civakê de ne. Ez dixwazim pêşangeha min a ewil hemû der barê jinan de be.”
‘Tabloyê sê mehan didomin hene’
Amîne Alphan wiha dawî lê anî: “Dema naxwazim xêz bikim navberê didim. Dema daxwaza min tunebe ez bidomînim îhtîmala ku xera bikim heye. Carnan tabloyên min yên sê mehan didomin hene. Ez bi hewldanê hatim vê nokteyê. Wênexêzî ne tiştekî vala ye. Jêhatîbûneke ku mirovan taybet dihêle ye.”







