'Îro ne roja şîngirtinê ye roja xwedîderketina li nirxê xwe ye'
- 09:20 10 Îlon 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan di merasîma bîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivîn û peyama "Ev ne tenê rojek şînê ye, lê di heman demê de rojek parastina nirxên me ye jî" dan.
Li navçeya Buca ya Îzmîrê, ji aliyê EGE-MEBYADER'ê ve li Komeleya Hevgirtinê ya Qulpê ji bo kesên ku di dem û cihên cûda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Jinên ku li cihê bîranînê axivîn diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin. Jinan girîngiya rêzgirtina ji kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tekez kirin û gotin, "Şehîdên me her santîmek xaka Kurdistanê bi xwîna xwe parastin. Ji ber vê yekê, parastina bîranîna wan erka sereke ya her Kurdekî ye. Ev ne tenê rojek şînê ye, lê di heman demê de rojek parastina nirxên me ye. Çawa ku Rêberê me got, 'Şehîdên xwe ne di axê de, lê di dilê xwe de veşêrin,' divê em hay ji wê hebin ku divê em li pey şopa wan biçin. Em ê ala têkoşînê ji cihê ku wan lê hiştibûn bigirin û bi nêzîkatiyek siyasî ya demokratîk tacîdar bikin."







