KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn
- 09:16 13 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêvebir ya KNK’ê têkildarî rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku rê nedin provakasyonan û got: “Divê hemû alî aram bin, xwe kontrol bikin, aştiya civakî biparêzin û berjewendiya giştî li ser hemû hesabên din bidin pêş. Li şûna kaosê, her kes ji bo vekirina kanalek diyalogê hewl bide.”
Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê ku piştî qetilkirina şehîd Sîpan Heso derketin, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi sedema qetilkirina leşkerê Lîwaya Hesekê Rojavayê Kurdistanê Sîpan Heso û belavkirina dîmenên qetilkirina bi şêwazekî hovane ji aliyê kujeran ve li ser torên mediya dijîtal, bû sedema şok û hêrsên fireh di nav gelê me de. Li çend bajar û navçeyên Rojavaya Kurdistanê xwepêşandanên gelêrî hatin lidarxistin. Beşdarên van xwepêşandanan bûyera hovane şermezar kirin û daxwaza dadmendiyê û hesabpirsîna ji kesên berpirsiyar kirin.
Ya ku li bajarê Kobanê di çarçoveya vê bûyerê de qewimî û di encamê de hêzên ser bi Şamê û grûbên bi ser Tirkî ve hejmarek ji xwepêşanderan şopandin û girtin û hewldan ku wan bibin Girtîgeha Helebê. Paşê jî bûyerên li Girtîgeha Kobanê û derdora wê ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din birîndar bûn. Di nav wan de hin kesên rewşa wan giran hene û pêşketineke pir metirsîdare.
Ev rewş pêdivî bi rawestaneke lezgîn û berpirsiyariyeke cidî û her wiha daxwaza lêkolînek zelal, serbixwe û bêalî heye, da ku rastiya bûyeran bête eşkerekirin, berpirsiyarên bûyerê bên diyarkirin û her kesê ku tê piştrastkirin ku beşdarî vê bûyerê bûne, ji wan kesan hesab bête pirsîn.
Em ji hemû ji birîndaran re saxlemî û başbûna bilez dixwazin; ji bo şehîdan rehmetê, ji malbatan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Di heman demê de, em bang li gelê xwe dikin ku xwe kontrol bikin û di asta herî bilind de hişyarî û bi berpirsiyari tevbigerin, mal û milkên giştî û taybet biparêzin û rê nedin ku hêrs bibe sedema kaos û wêrankirinê an jî pevçûnên navxweyî. Xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê mafekî rewa ye, lê kaos çareserî nîne. Parastina mirovan û mal û milkên wan berpirsiyariyeke hevpare.
Her wiha, em bang li hemû aliyên hikûmetî û ewlehiyê yên têkildar dikin ku berpirsiyariyên xwe bi tevahî hilgirin, ji provakasyonê û bikaranîna hêzê dûr bisekinin, bi gelê herêmê re bi ruhê berpirsiyariyê û rêzgirtinê re mijûl bibin û kanalên cidî yên diyalogê vekin, da ku sedemên tengezariyê bên çareserkirin û ji bilindkirina tengezariyê û ferzkirina rewşa heyî dûr bê.
Em bang li rûspî, kesayetiyên civakî, partiyên Kurdî û berpirsiyarên herêmê dikin ku rola xwe ya rastîn bilîzin, ji bo aramkirin, rêberîkirin û kontrolkirina tengezariyê û ji bo parastina aştiya civakî beşdar bibin.
Em niha di qonaxeke hestiyar de ne ku ji hemûyan dixwaze zimanê aqil û têgihitinê li pêş bixin. Ji provakasyonê, reaksiyonên bilez û ketina nav kaos û tundiyê dûr bisekinin û rê li ber her kesê ku dixwaze rewşa hêrsê ji bo xerakirina ewlekarî û aramiya civakê bikar bîne, bigirin.
Ji ber vê yekê, em dîsa daxwaza xwe ya eşkerekirina hemû rastiyê û hesabpirsîna ji her kesê ku berpirsiyariya wî ya sûc û binpêkirinan tê piştrastkirin, dubare dikin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku aram bin, xwe kontrol bikin, aştiya civakî biparêzin, mal û milkên giştî û taybet biparêzin û berjewendiya giştî li ser hemû hesabên din bidin pêş.”







