Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:12 13 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 185’an a Kovara Jinê bi berga "Ji Şînê Ber Bi Aştiyê Ve: Rastî û Jiyanek Hevbeş" derket.
Kovar di vê hejmara xwe ya nû de bi nivîsên xwe yên berfireh balê dikişîne ser mijarên girîng ên wekî aştî, rastî, şîn, edalet, bîra civakî, azadî û ji nû ve avakirina hevjiyanê.
Di vê hejmarê de ku nivîskar û lêkolînerên cûda cih digirin, gelek mijarên têkildarî pêvajoyên civakî û siyasî tên nirxandin. Sernavên sereke yên ku di vê hejmarê de cih digirin ev in:
“* Ma Aştî Bêyî Dîtina Gorekê Dikare Were?” – Dîlan Babat
* Roja Piştî Aştiyê: Kî Dê Hevjiyanê Ava Bike?” – Atiye Arikan
* Şer, Mirin û Şîn” – Huda Kaya
* Elewî û Hejmara Danezanê” – Yûksel Mutlu
* Ma Sosyolojiya Azadiyê Mimkun e? Ji Perspektîfa Azadiya Kurdan Ve Ji Nû Ve Ramankirina Civakê” – Gulîzar İpek”
Kovara Jin bi van mijarên ku di nava civakê de rojev e, perspektîfeke nû pêşkêşî xwendevanên xwe dike.







