'YPJ tenê ne artêşek e, destkeftiya jinan e'
- 09:03 15 Îlon 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Zîlan Avaşîn, destnîşan kir ku entegrekirin YPJ'ê mijareke sereke ya rojevê ya di danûstandinan de ye, anî ziman ku pêwîstiya misogerkirina statuya jinan û hebûna wan di mekanîzmayên biryardanê de girîng e û got: "Hikûmeteke ku jinan di nav xwe de nagire, nikare gel hembêz bike."
Civîna ku di 25'ê Tebaxê de di navbera QSD, YPJ û hikûmeta Şamê ya Demkî de di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê de hat lidarxistin, hîn jî mijareke germ e. Nîqaşên derbarê feshkirina QSD'ê û tevlîkirina wê ya li artêşa Sûriyeyê, herwiha statuya pêşerojê ya YPJ'ê de berdewam dikin. Wekî beşek ji Peymana 29'ê Çileyê, endamên fermandariya YPJ'ê Newroz Ehmed, Sozdar Hecî û Xalsa Ayed, ligel Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Ruken Cemal, di 26'ê Tebaxê de bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Hesen Hettab re civiyan.
Endama YPJ'ê Zîlan Avaşîn derbarê girîngiya hebûna leşkerî ya YPJ'ê û pêşveçûnên di danûstandinên girêdayî Peymana 29'ê Çileyê de, nirxandin kir.
‘Têkoşîna jinan bi Rêber Apo re mezin bû’
Zîlan Avaşîn diyar kir ku jin di dîrokê de bûne armancên sereke yên îstîsmarê ji aliyê sîstema serdestiya mêr ve, anî ziman ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derî li ber jinan vekirin da ku li dijî vê zilmê têbikoşin û wiha got: "Jin her tim di asta herî jêrîn a sîstemê de dihatin hiştin. Lêbelê, vê rewşê di heman demê de hişmendiya têkoşîn û azadiyê di nav wan de pêş xist. Bi derketina Rêber Apo Rêberê mirovahiyê re, têkoşîna jinan berfireh bû. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, modela konfederalîzma demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pênasekirin û bi xweserî û wekheviya zayendî wekî prensîbeke bingehîn tê naskirin, ji bo civakê bû deriyekî ber bi azadiyê ve û ji bo jinan bû çavkaniyeke mezin a hêzê ku rê da wan gavên nû ber bi pêş ve biavêjin."
‘DAIŞ bi têkoşîna jinên Kurd têk çû’
Zîlan Avaşîn bal kişand ser wê yekê ku êrîş li dijî gelê Kurd hatin kirin, gelê ku xwe li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistin dikir û got: “Êrîşên DAIŞ'ê yên li ser civaka me ya Êzidî û bi taybetî li ser jinên Êzidî, beşek ji vê yekê bûn. DAIŞ'ê careke din xwest ku bi rêya jinan nasnameya vê civakê tune bike. Bi rêya hovîtiyên ku bi navê Îslamê pêk anîn, bi sedan jin qetil kirin û revandin. Tevî derbasbûna demê jî aqûbeta gelek jinan hîn jî nayê zanîn. Hêzên DAIŞ'ê hewl dan ku careke din bi hovîtiya xwe êrîşî Rojava bikin. Di bersivê de, bi sedan jin û mêrên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê welatparêziyê li hev civiyan û bi ruhê fedakariyê li dijî hêzên DAIŞ'ê şer kirin. Ev hêzaa ku tu dewletekê bi tena serê xwe nikaribûbû têk bibe, di encama têkoşîna ku jinên Kurd pêşengiya wê dikirin de, têk çû. Ev serkeftin ji bo tevahiya cîhanê bû mînak jî bandoreke kûr, bi taybetî li ser jinan çêkir.”
‘YPJ têkoşîna xwe didomîne’
Zîlan Avaşîn tekez kir ku jinan hêza xwe di têkoşîna li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê de îsbat kirine û wiha got: “Jinan bi şer û têkoşîna ku jinan li vir meşandine, nîşan dane ku jin xwedî îrade û hêzeke mezin in ji bo parastina hebûna xwe di nava civakê de. Bi rêberiya raman û felsefeya Rêber Apo û bi wê baweriya ku divê jin xwedî hêz bin, jinan di 4'ê Nîsana 2013'an de artêşa xwe, YPJ, ava kirin. Di her êrîşê de, YPJ'ê bi hemû hêz û biryardariya xwe ya bêdawî li dijî kesên ku dixwestin hebûn û nasnameya civakeke ku bi salan e têdikoşe tune bikin, şer kir û li ber xwe da. YPJ îro jî têkoşîna xwe didomîne; ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe berdêleke giran daye û fedakariyên mezin kiriye.”
‘YPJ di danûstandinên entegrasyonê de mijareke sereke ya rojevê ye’
Zîlan Avaşîn tekez kir ku YPJ qadeke wiha ye ku tê de rêxistin bi berdewamî xwe di gelek warên jiyanê de pêş dixe û perwerde dike. Zîlan Avaşîn got: "Ev rewş bû sedem ku YPJ bala çar aliyên cîhanê bikşîne ser xwe. YPJ'ê bi rêya şer û têkoşîna ku meşandiye, ne tenê bi sedan jinên Ereb, lê her wiha jinên ji gelên cihêreng ên din jî di nava xwe de bi cih kirine û gihîştiye wê astê ku îro tê de ye. Di encama salên dirêj ên têkoşîn û şer de, YPJ bûye hêzeke ku di nava şoreşa Rojavayê de destkeftiyên mezin bi dest xistine. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikûmeta demkî ya ser desthilatdariyê, hikûmetê xwest berî her tiştî YPJ'ê, yanî artêşa jinan, bêbandor bike. Wê red kir ku YPJ'ê wekî artêşeke ku jin dikarin tê de kar û çalakiyên xwe bimeşînin. YPJ yek ji mijarên sereke yên rojevê di danûstandinên entegrasyona demokratîk de bûye ku di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de hatine kirin."
‘YPJ ji bo jinan mîrateyek afirandiye’
Zîlan Avaşin bi balkişandina li ser danûstandinên entegrasyonê yên bi hikûmeta demkî ya Şamê re, destnîşan kir ku tevî gelek hewldanan ji bo ku YPJ wekî artêşek di sîstema parastina welêt de cih bigire, ev hewldan berê hatibûn redkirin û got: "Lê belê, nîqaşên dawî yên bi dewletê re nîşan didin ku YPJ dê çalakiyên xwe di bin banê Wezareta Karên Navxweyî de bidomîne. Bi rastî jî, YPJ di nava gelek salan de di warên dîrok, felsefe û jiyanê bi xwe de ji bo jinan û gel mîrateyek ava kiriye. Ew bûye dibistanek ku jin tê de derbarê jiyan, sîstem, rêxistinbûn û çawaniya dilsoziya bi xwe re hîn dibin. YPJ hêzeke wiha ye ku bi hêza hizir û îradeya jinan girîngiyê dide ezmûna şer, jêhatîbûn û profesyoneliyê. Dema behsa YPJ'ê tê kirin, parastina nirx, exlaq û prensîban jî bala mirovan dikişîne."
"Ji bo ku YPJ bi tevahiya kadroyên xwe hebûna xwe biparêze, rêyek divê"
Ziîan Avaşîn derbarê danûstandinên di navbera YPJ û hikûmeta Şamê de nirxandin kir û got: "Ev qonaxeke nû ye û ji bo têkoşîneke nû divê gavên nû bên avêtin. Bêguman, têkoşîna jinan a ji bo beşdarbûna di nava hêzên leşkerî de dê bidome, Ji ber ku ev ji bo jinan têkoşîneke dadperwer û rewa ye. Eger jin di nava hikûmetê de xwedî statû nebin û beşdarî mekanîzmayên biryardanê nebin, ew hikûmet nikare xwedî li gel derkeve an jî mafên wan ên rewa biparêze. Garantîkirina hebûna jinan û her wiha mafên wan ên qanûnî û kevneşopî, pêdivî bi yekîtiya hemû jinan heye; çimkî doza jinan, di dawiyê de dozeke siyasî, qanûnî û civakî ye. Îro li Sûriyeyê, hebûna jinan nayê qebûlkirin; maf û nasnameyên wan nayên naskirin. Sedem jî ew e ku zîhniyeta serdest a mêr dixwaze jinan wekî amûr bi kar bîne û wan di nava sîstema xwe de bihelîne."
‘







