Ji bo Narîn Guran 'Meşa edaletê'

  • 12:45 19 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Bavê Narin Guran a ku hatibû kuştin Arîf Guran, ji Amedê ber bi Enqereyê ve "Meşa Edaletê" da destpêkirin.
 
Bavê Narin Guran, ya ku piştî windabûna xwe ya sala 2024'an li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê cenazeyê wê hatibû dîtin Arîf Guran, ji bo ku doz bi temamî were çareserkirin, ber bi Enqereyê ve "Meşa Edaletê" da destpêkirin.
 
Beriya meşê, li taxa Çulî ya ku Narin Guran lê hatiye veşartin, daxuyaniyek hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meş ji bo derxistina rastiyê ya holê û daxwaza ji nû ve sazkirina pêvajoya edaletê hatiye destpêkirin.
 
Piştî daxuyaniyê, Arif Guran çû derveyê bajêr û meş da destpêkirin.