Li ber GIrtîgehê li dijî biryarên ÎGK'ê bertek: Em niyeta pak nabînin

  • 15:26 5 Cotmeh 2026
  • Rojane
ENQERE -Rêxistin li ber Girtîgeha Sincanê li dijî astengkirina berdana girtiyan a bi biryara ÎGK'ê li hev civiyan  nerazîbûn nîşan dan û daxwaza berdana girtiyan a bi lez kirin.
 
Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), li dijî sepanên Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî bû. Girsê li ber girtîgehê pankarta ku li ser, “Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobedê de ne” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê nûnera Enqereyê ya TUHAD-FEDê Sîhan Kaya ve hat xwendin.
 
Sîhan Kaya bi lêv kir ku Lijneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan di sala 2021'ê vir ve bi hincetên cuda cuda berdana girtiyên jin asteng dike û got ku berdana 8 jinên girtî hê jî li girtîgeha Sîncanê tê asteng kirin. Sîhan Kaya destnîşan kir ku di nav de girtiyên 30 salî hene berdana girtiyên astengdar û nexweş jî tê astengkirin û got: “Poşmantî li ser girtiyan tê ferzkirin û berdana wan tê astengkirin. Girtiyên ku bi salane di girtîgehan de ne û ‘Cezayê’ wan qediyaye jî bi hincetên keyfî berdana wan tê astengkirin. Di serdemeke ku em qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de sepanên Lijneya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nakokiyan derdixe.”
 
‘Heta girtiyên jin bên berdan çalakiya me dê bidomê’
 
Sîhan Kaya bi lêv kir ku heta girtiyên jin bên berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
“*Desteya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nikare li şuna dadgehan bigire.
 
*Desteyek nikare cezayê ku mahkemê daye bi awayekî fîîlî dirêj bike.
 
*Azadiya miroveke/î bi hincetan nayê astengkirin.
 
*Fikir û nasnameya girtiyên siyasî nikare li pêşiya berdana wan bibe asteng.
 
*Divê dev ji sepanên ku berdana girtiyên siyasî yên jin her tim asteng dike, bê berdan.
 
*Divê jinên girtî ku bi salan e di girtîgehê de ne û dema berdana wan hatiye demildest bigigijin azadiyê.
 
*Di serî de Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û li hemû girtîgehan divê biryarên Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgehan dide li gor hiqûqê bikarê bê venêrînkirin.
 
*Divê derbarê berpirsên desteyên ku peywîra xwe xirab bi kar tînin de lêpirsîn bê destpêkirin.
 
*Divê girtîgeh nebin qadên tolhildana li dijî girtiyên siyasî.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî bal kişand ser rapora komîsyona li meclise ku tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû amadekirin û xwest xala 7an a raporê ya derbarê maf û azadiyan de bi cih were û got ku ji ber astengkirina berdana girtiyên siyasî baweriya civakê ya pêvajoyê lewaz dibe.