Derbarê kesên Sema Bingol kirin hedef biryara neşopandinê hat dayin

  • 15:32 6 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
ENQERE - Li dijî dezgehên medyayê yên nêzîkî hikûmetê yên ku rojnamevan Sema Bingöl û malbata wê hedef girtine, biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Derbarê giliyê rojnamevana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bingol de, ku dema li Enqereyê bîranîna Ethem Sarisuluk dişopand, êriş lê hat kirin û piştre hat binçavkirin û piştre hat berdan, li dijî dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê Akit, Ensonhaber û Postaya Diriliş hatiye vekirin, biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Wê îtiraz bike 
 
Parêzerên Sema Bingol diyar kirin ku ew ê li Dadgeha Sulhê ya Nobedar a Enqereyê îtîrazê li dijî biryara dozger bikin.