Li dibistana navîn mirina bi guman

  • 18:26 11 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê xwendekara dibistana navîn bi guman ji katê çaran a dibistanê de ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê xwendekara Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Velîkoy, A.A ji ber sedemeke nayê zanîn ji katê 4’an a avahiya dibistanê de ket. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermeyan hat cihê bûyerê.
 
A.A rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin. Ekîbên cendermeyan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.