Bi hevgirtinê keda jinan mezin dibe

  • 10:12 7 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
AMED - Li sê navendên ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve tên birêvebirin, sertîfîkayên beşdariyê dan jinên ku beşdarî kursên tekstîlê bûbûn.
 
Şaredariya Peyasê hewldanên xwe yên ji bo balê bikişîne ser hêz, ked û rola çalak a jinan di hilberînê de didomîne. Di vê çarçoveyê de, li sê navendên ku di bin sîwana Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de dixebitin, belgeyên beşdariyê yên kursên tekstîlê li jinên beşdar hatin belavkirin. Ev belge dan jinên ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a 500 Evlerê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Huzurevlerê û Bazara Keda Jinê perwerde dîtibûn.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ligel endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên şaredaran û jinên ku beşdarî kursan bûbûn, tevlî çalakiya ku li Bazara Keda Jinê hatibû lidarxistin, bû. Belgeyên beşdariyê li jinên ku di van kursên tekstîlê de ked dabûn û berhem hilberandibûn, hatin belavkirin. Hevşaredar  Bêrîvan Gulşen Sîncar, diyar kir ku bi proje û piştgiriyên bi vî rengî dê xebatên xwe bidomînin da ku asta keda jinan bilind bibe û ew karibin di jiyana civakî û aborî de roleke bihêztir bilîzin.