29 ciwanên ku êrîşên li ser Rojava protesto kirin hatin binçavkirin

  • 23:43 30 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - 29 ciwanên ji 14 welatên cuda ên cîhanê weke Karavana Gelan ji bo piştgiriya Rojava hatibûn Pirsûsê ji bo bên dersînorkirin hatin binçavkirin. Hat gotin ku dê ciwanan bibin Rêveberiya Koçberiyê ya Rihayê.
 
Karavana Gelan ku 14 welatên cuda yên cîhanê bi tevlîbûna 29 ciwanan li dijî êrişên li ser Rojava ji bo piştgiriyê hatibûn navçeya Pirsûs a Rihayê û li wir daxuyanî dan. Ciwanên ku dixwastin vegerin welatên xwe û ber bi Stenbolê ve bi rêketin li sînorê Bêrecûk a Rihayê ji bo bên dersînorkirin hatin binçavkirin û ev birin Rêveberiya Koçberiyê ya Rihayê. Sedema binçavkirina ciwanan weke “Xetere ne” hat nişandan.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî binçavkirina ciwanan da û got: “Hûn çima li rex kesên Kurdan dikujin disekinin. Em vê yekê qebûl nakin. Rojava rûmeta me ye û piştgiriya me dê berdewam bike.”