Çalakiyên ji bo Rojava yên li Ewropayê didomin

  • 00:05 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên ku li hemû bajarên Ewropayê belav bûne, bal kişandin ser dorpêçkirina li ser Kobanê û bangên alîkariya mirovî kirin.
 
Li welatên Ewropayê, Kurd û hevalbendên wan ji bo protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê û dorpêçkirina li ser Kobanê berdewam dikin.
 
Strasbourg
 
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiyên bêdem ên ku li dijî êrişên li ser Rojavayê hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Çalakgeran li standa agahdarkirinê ya ku li Place de la Gare hatibû vegirtin, rasterast bi gel re têkilî danîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî dorpêç û wêranîya li Rojavayê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Xebata standê ya ku saet di 14.00'an de dest pê kir û heta 17.00'an berdewam kir, rastî eleqeyeke mezin hat. Di broşurên hatin belavkirin de hat destnîşankirin ku bajarên Rojava û bi taybetî Kobanê, ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞê ve bi sîstematîk tên hedefgirtin. Hat gotin ku gihîştina bi sed hezaran sivîlan a ji bo av, elektrîk, xwarin û dermanan tê astengkirin; ev ne neçariyeke leşkerî ye, lê polîtîkayeke dorpêçkirinê ya bi zanebûn e ku ji bo teslîm girtina gel tê meşandin.
 
Çalakgeran bal kişandin ser berpirsyariya dîrokî ya raya giştî ya Ewropayê û diyar kirin ku bêdengbûna li hemberî bûyerên li Rojava, tê wateya çavgirtina li dubarebûna sûcên mezin ên mirovahiyê. Hate diyar kirin ku bûyerên li Kobanê tenê wekî şerekî herêmî nayê nirxandin. Her wiha di broşuran de hat bibîrxistin ku hêza bingehîn a têkoşîna li dijî DAIŞ'ê gelê Kurd e. Hat destnîşankirin ku ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbicê heta Dêrezorê bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dane, lê îro heman gel dîsa ji aliyê berdewamên zîhniyeta cîhadîst ve tê hedefgirtin.
 
Çalakgeran destnîşan kir ku ya li Rojava tê parastin ne tenê erdnîgariyek e; modeleke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, wekheviya gelan û têgihiştineke jiyana demokratîk e. Banga piştgiriya navneteweyî hate kirin û ev peyam hate parvekirin: “Li hemberî vê tariyê bêdeng nemînin. Derkevin qadan, dengê xwe bilind bikin, hikûmetên xwe bidin tevgerê. Ji ber ku dîrok ne bêdengiyê, lê berxwedanê bi bîr tîne.”
 
Hate ragihandin ku çalakiyên bêdem ên li Strasbourgê wê di rojên pêş de jî li qadên cuda bi xebatên agahdarkirinê û protestoyan berdewam bikin.
 
Stuttgart
 
Li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê jî çalakiyên agahdarkirinê û mîtîngan ên bi sernavê “Heke ne îro be, em ê kengî Rojava biparêzin?” hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Berpirsyariya organîzasyona îro ji aliyê komên sosyalîst ên Elman ve hate girtin. Hat diyarkirin ku ji bo piştgiriya çalakgerên li qadê, çay û qehwe hatin belav kirin. Komên piştgiriyê yên ku ji bo Rojava hatine cem hev, diyar kirin ku ew her roj bi rêkûpêk bi stand û mîtîngan çalakiyên xwe didomînin.
 
Her wiha hat ragihandin ku îro saet di 18.00'an de bi pêşengiya tevgera jinan wê meşek were li dar xistin. Çalakgeran banga mezinkirina piştgiriya ji bo Rojava bi yek dengî dubare kirin.
 
Herford
 
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Herford ê Almanyayê, êrişên li dijî Rojavayê protesto kirin. Meş bi banga Xwedevanên Kurdistanî yên Demokratîk, Yekmal, Fla Fla û Meclîsa Entegrasyon a Herfordê hate lidarxistin. Di meşê de pankarta “Defend Rojava” û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
 
Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew bi armanca protestokirina êrîşên ku li Sûriyeyê li ser gelê Kurd tê meşandin, li hev kom bûne û hate destnîşankirin ku çalakî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Ezidî, Suryanî, Ereb û hemû gelên ku li Rojava jiyan dikin, banga piştevaniyê ye. Beşdaran diyarkirin ku ew ê li dijî wan êrîşan bêdeng nemînin û piştevaniyê mezin bikin.
 
Kesên ku çalakiyê organîze kirin, di tevahiya meşê de kulîlk belavî kesên ku ji rê derbas bûn, kirin û armanca çalakiyê vegotin.
 
Meş, bi dirûşme, sirûd û stranan dewam kir.
 
Cenevre
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Cenevreyê, ciwan û dostên wan ji bo şermezarkirina dorpêç û êrişên li ser Kobanê û Rojava, li balafirgeha Cenevreyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de banga rakirina derhal a dorpêça siyasî û leşkerî ya li ser Kobanê û vekirina korîdorên alîkariya mirovî hate kirin. Di daxuyaniya ku ji hêla TCŞ’ê ve di dema çalakiyê de hate xwendin de, bal hate kişandin ser şert û mercên nemirovî yên li Rojava û wiha hat gotin: “Em îro li vir civiyan da ku tiştên li Rojava diqewimin bînin bîra her kesî û banga berxwedana kolektîf bikin. Îro li Kobanê zarok ji sermayan dimirin. Ji elektrîk, av û germkirinê bêpar in. Ev rewş ne xwezayî ye; encama dorpêçeke zanebûn a siyasî û leşkerî ye.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê dorpêça li ser Kobanê bê rawestandin û alîkariyên mirovî bi rengekî bênavber bigihêjin herêmê. Di daxuyaniya ciwanan de hate bibîrxistin ku gelê Kobanê yê ku îro bi birçîbûn û sermayê re rû bi rû maye, heman gel e ku 11 sal berê li dijî DAÎŞ’ê ji bo mirovahiyê berxwedaneke mezin nîşan dabû: “Yên ku dawî li hovîtiya Dewleta Îslamî (DAIŞ) anîn, hêzên HSD’ê yên birêxistinkirî û bi biryar bûn. Îro piştgiriya xwe ji vî gelî birîn, ne tenê sûcekî sincî ye, di heman demê de sûcekî dîrokî ye.”
 
Hat destnîşankirin ku piştgirîkirina Rojava ne tenê bijareyeke wijdanî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke navneteweyî ye. Hat gotin ku rawestandina êrîşên li ser Rojava, tê wateya parastina azadiya jinê, destkeftiyên demokratîk û ezmûna xwerêveberiya gelan. Di çalakiyê de salvegera 11'emîn a rizgarkirina Kobanê (26'ê Rêbendanê) jî hate bibîrxistin. Hate gotin ku di 26'ê Rêbendana 2015'an de bi pêşengiya YPG û YPJ'ê DAÎŞ ji Kobanê hate derxistin û ev serkeftin bû "destpêka hilweşîna xelîfetiyê".
 
Hat diyarkirin ku piştî 11 salan Kobanê careke din di bin dorpêçê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi êrîşên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên bi piştgirîya Tirkiyeyê, bajar ji pêdiviyên bingehîn bêpar hatiye hiştin. Hate bibîrxistin ku di 23’ê Rêbendanê de ji ber şert û mercên giran ên jiyanê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku Kobanê di heman demê de malavaniya gelek penaberên ku ji ber êrişên ji 13’ê Rêbendanê û vir ve hatine koç kirin, dike.
 
Bi vê çalakiyê, li dijî bêdengiya raya giştî ya Swîsre û Ewropayê û li dijî "reşkirina medyayê" peyam hatin dayîn. Ciwanan destnîşan kirin ku ev bêdengî tê wateya hevkarîkirina di sûc de û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê.