Ji Şaredariya Lozanê ji bo Rojava 50 hezar frank alîkarî
- 21:42 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji bo sivîlên ku ji ber êrişên li ser Rojavayê ji cih û warên xwe bûne, ji saziya alîkariyê Heyva Sor re di pîvana 50 hezar Frankên Swîsreyê de alîkariya lezgîn peyda kir.
Ji ber êrişên li ser Rojavayê gelek sivîl ji cih û warên xwe bûn û alîkariyên mirovî yên ji bo nifûsa mexdûr berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji Swîsreyê piştgiriyeke watedar hat. Şaredariya Lozanê, ji bo ku bigihîje kesên ji cih û warên xwe bûne, 50 hezar Frankên Swîsreyê bexşî saziya alîkariyê Heyva Sor kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Lozanê ve hat weşandin de hat diyarkirin ku alîkariya navborî bi armanca piştgirîkirina xebatên mirovî yên ji bo nifûsa ji cih û warên xwe bûne hatiye dabînkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi armanca piştgirîkirina xebatên alîkariya mirovî yên têkildarî nifûsa ji cih û warên xwe bûne, ji bo Heyva Sor a Kurdistanê di pîvana 50.000 Frankên Swîsreyê de alîkariya lezgîn hatiye dabînkirin. Ev piştgirî, bi taybetî li ser lênêrîna bijîşkî û alîkariyên lezgîn ên ji bo beşên herî bêparastin hûr dibe.”
Encumena Şaredariya Lozanê, li gel piştgiriya madî bang li saziyên navneteweyî jî kir. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Encumena Federal hemû zextên li ser nifûsa sivîl bi awayekî eşkere şermezar bike û ji bo avakirina pergaleke navneteweyî ya li ser bingeha rêzgirtina ji hiqûq, rûmeta mirovî û azadiyên bingehîn re roleke çalak bigire ser xwe.







