Gumanbarên ku Durdona Khakımova qetil kirin jinek din jî qetil kirine

  • 20:41 12 Sibat 2026
  • Rojane
STENBOL- Gumanbarên Durdona Khakimova ya Ozbekîstanê qetil kirin, derket holê ku Ergashalieva Sayyora jî qetil kirine.
 
Di 28’ê Kanûnê de jina bi navê  Ergashalieva Sayyora ji Ozbekîstanê hat Tirkiyeyê û ji 23’ê de agahî jê nehat girtin. Piştî serlêdana malbatê, hat tespîtkirin ku Ergashalieva Sayyora herî dawî li mala ku Durdona Khakimova hatiye qetilkirin maye.
 
Di encama lêpirsînê de bi du gumanbarên ku Durdone Kahkikova qetil kirine hevdîtin hat kirin û derket holê ku Ergashalieva Sayyora jî di 23’ê Çile de li heman malê hatiye qetilkirin.
 
Der barê gumanbaran de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî kar û barê emniyetê wê sewqê edliyeyê bên kirin.