Koçberên Efrînê wê vegerin warê xwe

  • 14:23 16 Sibat 2026
  • Rojane

       

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de, wê koçberên Efrînê di demeke kurt de dest bi vegera warê xwe bikin. Wekî destpêkê jî, dê derdora 400-500 malbatan vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.
 
Kombenda Efrîn a Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê li pêşiya avahiya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li bajarê Qamişlo derbarê vegera bi ewle ya koçberên Efrînê de daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêvberiya Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro ve hate dayîn.
 
Îbrahîm Heftaro diyar kir ku ew ji dema destpêkirina koçberiyê heta niha, ji bo vegera bi ewle di nava liv û tevgerê de bûn.
 
Îbrahîm Heftaro da zanîn ku piştî ku hevpeymana 29`ê Çileyê di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin, wan jî li gorî xala peymanê ya têkildarî vegera koçberan, dest bi amadekariiyan kiriye û îro (16 Sibata 2026) radigihînin ku ewê dest bi şandina koçberên Efrînê bikin.
 
Îbrahîm Heftaro destnîşan kir ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê civînên wan bi Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re çêbûne.
 
Îbrahîm Heftar got: “Em dixwazin bi hezaran xelkê xwe bişînin Efrînê, lê ji ber rewşa hewayê û ji bo ku xelk rastî zehmetiyan neyên, em ê pêvajoya vegerê beş bi beş pêk bînin. Em ê vegera bi ewle, bi hevkariyeka hevbeş a hikumeta Şamê û NY`ê re pêk bînin. Em bi hêvî ne ev pêvajo bi temamî pêk were.”
 
Îbrahîm Heftaro da zanîn ku wê wekî beşa yekemîn nêzî 400-500 malbat ji bo vegerê werin şandin, lê dema vegerê hîn nehatiye diyarkirin ew ê di demeke nêz de pêk were.
 
Li ser navê nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê Hêmen Qirdaxî ku ew jî beşeke ji hevkariya vegera bi ewle ye jî axivî û diyar kir ku wan jî ev 2 hefteye dest bi amadekariyan kiriye û ev agahî dan: “Dê 150 malbatên ji navçeya Cindirêsê, 150 malbat ji navçeya Mabata û 100 jî ji navçeya Şiyê vegerin.”