Platforma Jinan a Enqereyê çû serdana ESP’ê

  • 19:16 16 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE-Platforma Jinan a Enqereyê çû serdana ESP’ê ku di operasyona li dijî wê de 78 endamên wê hatin girtin.
 
Li operasyonên  li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 96 kes di 3’ê Sibatê de  binçav kiribûn. Navde hevserokê giştî yê ESP’ê Murat Çepnî jî heye 78 kes hatin girtin.
 
Endamên Platforma Jinan a Eqnereyê li dijî girtinan, serdana piştevaniyê ya ji bo ESP’ê pêk anîn. Di serdanê de banga mezinkirina
têkoşîna hevpar hat kirin û peyama wê di 8’ê Adarê re wek jin piştevaniya şoreşger mezin bikin dan.