Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî name ji NY re şand
- 14:42 17 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nameya kampanyayê ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ve hate destpêkirin û partiyên siyasî yên Kurdistanî hemûyan bi îmzeya xwe piştgirî dan, ji saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî re hate şandin.
Di çarçoveya kampanyayê de ku nêzî 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin, 150 îmzeyên ji partiyên siyasî yê giraniya xwe ya temsîliyetê heye ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. Di nameyê de hate xwestin ku statuya siyasî ya Rojava bê naskirin, dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û destketiyên jinan ên li Sûriyeyê bêne parastin.
Name di serî de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji sazî û rayedarên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. Di nava saziyên ku name radestî wan hate kirin de Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dîrektoriya Giştî ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, Nûneriya Cenevreyê ya Yekeya Jinan a Neteweyên Yekbûyî û Maseya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî hene.
Di daxuyaniya Yekîtiya Jinan de hate ragihandin ku name ne tenê hewldana civaka sivîl e, di heman demê de bi piştgiriya partiyên siyasî yên Kurdistanî û gelek saziyan hate amadekirin.
Di nameyê de ahte ragihandin ku di pêvajoyên çareseriya siyasî de ku li Sûriyeyê dewam dikin, divê mafên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd bi destûra bingehîn bêne garantîkirin. Ji bo çareseriyeke mayinde jî hate destnîşankirin ku divê statuya siyasî ya Rojava di asta navneteweyî de bê naskirin.
Di nameyê de her wiha hate xwestin ku dorpêça li ser Kobanê û derdora wê tavilê bê rakirin. Ji bo parastina sivîlan, vekirina korîdorên alîkariya mirovî û di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku bi lez gavan biavêje.
Her wiha ji bo astengkirina hewldanên guhertina avaniya demografîk a li herêmên Kurdan û parastina mafên mirovî bang hate kirin.
Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî diyar kir ku garantîkirina bi destûra bingehîn a mafên neteweyî, çandî û siyasî yên gelêw Kurd şertê bingehîn ê aştiya mayinde ye.







