'Mirina jinan ji aliyê edaletê ve nayê dîtin'
- 09:08 18 Sibat 2026
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Mirinên gumanbar ên jinan ji komkujiyên jinan ên piştrastkirî derbas kirine. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku dozên ku bi navê “întîxar” an “qeza” têne girtin, bi bêcezatiyê rê li ber komkujiyên nû vedikin.
Dozên jinên ku mirina wan wekî "mirinên gumanbar" li Kurdistan û Tirkiyeyê di salên dawî de hatine tomarkirin, ne tenê di îstatîstîkên dadwerî de, lê di heman demê de di bîra kolektîf de jî valahiyek kûr diafirîne. Gelek mirinên jinan di bin şert û mercên gumanbar de bi lez û bez bi dawî dibin û doz wekî “întîxar” an jî "qeza" têne girtin. Têkçûna lêpirsînên têrker, komkirina delîlan, an jî bi lez girtina dozan pirsên bêbersiv dihêle.
Her ku doz tên girtin, jinên ku hatine qetilkirin an jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane li derveyî pergala edaletê têne hiştin; bêcezatî çerxa tundûtûjiyê berdewam dike. Mirina gumanbar a jinan ne tenê dozên takekesî ne; ew nîşaneya pirsgirêkek avahîsaziyê ne ku ji pratîkên edlî û pêvajoyên dozgeriyê bigire heya helwestên hêzên ewlehiyê û têgihiştina civakê ya li ser zayendê.
Dadwerî û hikûmet li hember zêdebûna mirinên gumanbar ên jinan ên di demên dawî de bêdeng dimînin. Rêxistinên jinan û hiqûqnas destnîşan dikin ku beşek girîng ji van dozan dibe ku veşartina kuştina jinan be, ev yek careke din pirsan di derbarê meyla pergala edaletê ya paşguhkirina tundûtûjiya li ser bingeha zayendî de derdixe holê. Hejmara zêdebûyî ya mirinên gumanbar ên jinan bi rêya daneyan, pêvajoyên qanûnî, îhmalkariyê û şahidiyên kesên ku li pey xwe mane tê lêkolînkirin.
Daneyên mirinên bi guman en salekê
Asta vê pirsgirêka avahîsaziyê di daneyên salane de hîn bêtir diyar dibe. Li gorî daneyên ku ji hêla ajansa me ve hatine berhevkirin, di navbera Çile û Kanûna 2025’an de, herî kêm 297 jin û 29 zarok ji hêla mêran ve hatine kuştin; di heman salê de, 191 jin û 28 zarok di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Rapora Platforma Rawestandina Kuştina Jinan (KCDP) a 2025’an jî vê tabloyê piştrast dike. Li gorî rapora KCDP’ê jî 294 kuştinên jinan hatine tomarkirin, di heman demê de 297 kuştinên jinan wekî "gumanbar" hatine tomarkirin.
Tundî di sala 2026’an de bênavber berdewam kir. Li gorî daneyên tundiyê yên ajansa me di Çileya 2026’an de herî kêm 15 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, her wiha 9 jin û 3 zarok jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cûrbecûr, tenê di navbera 1 û 13’ê Sibatê de 7 jin û zarokek hatine qetilkirin; mirina 5 jinan wekî gumanbar hatine tomarkirin.
Ji Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Buşra Yenturk, li ser mirinên gumanbar ên jinan axivî.
‘Mirinên jinan di tarîtiyê de dimînin’
Buşra Yenturk bal kişand ser rapora çavdêriya rêxistinên jinan a sala 2025’an û diyar kir ku hejmara mirinên gumanbar ên jinan ji hejmara kuştinên jinan ên piştrastkirî derbas bûye. Buşra Yenturk diyar kir ku ev rewş divê ligel nebûna daneyên sîstematîk û zelal were çareserkirin û got ku beşek girîng ji mirinên jinan ji ber nebûna lêpirsînên bi bandor di tariyê de dimînin.
‘Kuştinên kiryarnediyar nînin’
Buşra Yenturk bi bîr xist ku desthilatdariya siyasî gelek caran dibêje “kuştinên kiryarnediyar nînin”, ev yek bi çarenûsa jinên ku di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane re nakok e û destnîşan kir ku pirsa Gelo sûcdar bi rastî nenas in, an jî têne zanîn lê nayên darizandin?” bê guman derdikeve holê.
‘Mirinên bi guman derket holê ku komkûjî ye’
Buşra Yenturk behsa bûyerên ku di destpêkê de wekî întîxar hatine tomarkirin lê piştre bi saya hewldanên rêxistinên jinan wekî “komkujî” derketine holê kir û diyar kir ku dozên Şûle Çet, Yagmûr Onut û Rojîn Kabaîş mînakên herî berbiçav ên vê rewşê ne. Buşra Yenturk da zanîn ku di van hemû dozan de, ravekirinên destpêkê întîxar nîşan didan, lê piştî zexta tund a raya giştî û têkoşîna rêxistinkirî, lêpirsîn kûrtir bûn.
‘Mirinên bi guman pêşiya komkûjiyên nû vedike’
Buşra Yenturk bi lêv kir ku piraniya komkûjiyên jinan tenê bi saya hewldanên medyayê û rêxistinên jinan derdikevin holê û teqez kir ku her mirina gumanbar a jinekê ku di tariyê de tê hiştin rê li ber kuştinên nû vedike. Buşra Yenturk got daxwaza wan a bingehîn ew e ku di her mirina gumanbar a jinekê de edalet were bicîhanîn.
‘Rapor û îfadeyên destpêkê girîng in’
Buşra Yenturk diyar kir ku rapor û îfadeyên destpêkê rêça lêpirsînê diyar dikin, lê di pir rewşan de, hewl tê dayîn ku doz bi îfadeyên wekî “pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hebûn”, “ew jixwe di depresyonê de bû”, an jî “derî ji hundir ve girtî bû” bi lez were girtin. Buşra Yenturk teqez kir ku lêpirsînek bi bandor hewceyê lêkolînek berfireh a çîroka jiyana jinê, pêvajoya tundûtûjiyê û delîlên sûc e.
Dosyaya Rojîn Kabaîş
Buşra Yenturk bi bîr xist ku doza Rojîn Kabaîş ku vê dawiyê bala raya giştî kişandiye, diyar kir ku delîlên destpêkê ne temam bûn, lê bi saya israra malbat û rêxistinên jinan, di dozê de du nimûneyên DNA yên mêran hatin tespîtkirin. Buşra Yenturk da zanîn ku bi heman awayî di gelek mirinên gumanbar ên jinan de, di navbera raporên otopsiyê yên destpêkê û raporên paşê de nakokiyên cidî hene.
‘Refleksa dewletê qels e’
Buşra Yenturk teqez kir ku pirsgirêk ne bi tena serê xwe ye, lê avahîsazî ye û diyar kir ku dewlet bi zîhniyeteke serdest a mêran tevdigere, ji ber vê yekê bersiva wê ya li hember kuştinên jinan pir qels dimîne. Buşra Yenturk destnîşan kir ku her çend mirina mêrekî di bin şert û mercên wekhev de pirsên piralî derdixe holê jî, dema ku dor tê ser jinan, bûyer zû wekî “întîxar” an “qeza” tê tomarkirin.
Daxwaza avakirina wezareta jinan
Buşra Yenturk rexne kir ku jin nîvê serjimara Tirkiyeyê pêk tînin jî wezaretek taybet ji bo jinan tune ye û sînordarkirina polîtîkayên jinan di bin sernavê “malbatê” de wekî encamek sazûmanî ya hişmendiya serdest a mêran nirxand. Buşra Yenturk destnîşan kir ku ger sêwirana xelet were guhertin, mirinên gumanbar ên jinan dê kêm bibin û teqez kir ku divê xala 160’an a Qanûna Mûhakemeya Cezayî bi zelalî were sepandin.







