Civîna dawî ya Komîsyonê dest pê kir
- 11:34 18 Sibat 2026
- Ramyarî
ENQERE - Civîna dawî ya Komîsyona Meclîsê bi rojeva rapora hevpar bi serokiya Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî gotûbêjên partiyên siyasî rapora hevpar dê bi raya giştî re bê parvekirin.
Civîna 21'an an go civîna dawî ya Komîsyona Meclîsê dest pê kir. Komîsyon bi Serokatiya Numan Kurtulmuş bi rojeva rapora hevpar civiya. Piştî gotûbêjên partiyên siyasî rapor dê ji raya giştî re bê parvekirin. Piştî parvekirina rapora hevpar Komîsyona Meclîse ya di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê di 5'ê Tebaxa 2025'an de hatibû damezrandin dê xebatên xwe bi dawî bike.







