MKG'ê ji bo nûçegihanên ETHA'yê qertên piştevaniyê şand
- 13:17 18 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG' ê ji bo nûçegihanên ETHA'yê yên girtî, qertên piştevaniyê û pirtûk şandin.
Ji bo piştgiriyê bidin nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3'yê Sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5'ê Sibatê de hatin girtin Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) li gelek bajaran qertên piştgiriyê û pirtûk şand.
Çalakiya ku bi pêşengiya MKG'ê li Wan, Enqere, Stenbol û Amedê hat lidarxistin de peyama piştevaniyê hat dayîn.







