‘Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya qanûnî’
- 09:05 22 Sibat 2026
- Rojane
EDENE - Hevberdevka Komeleya Çanda Anavarza Gulbahar Akman diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî esas e û got: “Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya qanûnî.”
Ji aliyê UNESCO'yê di 1999’an de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Ji bo parastina pirzimaniyê, pirçandiyê 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê êriş, qedexe û qirkirina li ser zimanê dayikê dewam dike.
Hevberdevka Komeleya Çand û Hunerê ya Anavarza ya Edeneyê, Gulbahat Akman der barê zextên li ser Kurdî û axivî û got divê zimanê dayikê bikeve bin temînata qanûnî.
Zarok eleqeyek mezin nîşan didin
Gulbahar Akman da zanîn ku armanca esas a komeleyê ev e ku gelê Kurd çanda xwe bi awayekî azad û wekhev îfade bike û wiha got: “Çand qada ku mirov nirxên xwe nasnameya xwe hebûna xwe lê ava dikin e. Bi vê hişmendiyê em li saziya xwe ligel perwerda ziman, xebatên çandî yên saz, bilûr, erbane, pewerda deng, şano û folklorê jî dimeşînin. Zarok eleqeyek mezin nîşanê qursên Kurdî didin.”
‘Helwesta netewperest a li hember Kurdî didome’
Gulbahar Akman daxuyakirin ku zextên li ser jin û ziman dişibin hev û got her du jî bi salane ji aliyê dewletan ve ketine bin zextan. Gulbahar Akman wiha dirêjî dayê: “Jin di civakê de ji bo jiyankirina çand û ziman rola pêşeng dilîzin. Jiyana li bajarê metrpol zehmetiyan li pêş xebatan derdixin. Bêguman li dijî saziyên ziman astengî didomin. Helwesta netewperest a li hember Kurdî didome.”
Gulbahar Akman wiha bi lêv kir: “Her netew xwedî maf in. Di serî de jî perwerdehiya bi ziman tê. Ji ber Kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê nagirin, pirgirêkên cidî dijîn. Rê li ber encamên neyînî vedike.divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya qanûnî. Divê astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin.”







