Hêzên rejîmê bi guleyan êrîşî xwepêşanderên Meşhedê kir

  • 13:46 22 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Bulwara Vakîlabad destpêkirî de, hêzên rejîmê bi çekan êrîşî xwepêşanderan kirine, hate diyarkirin ku guleyek serê ciwanek ketiye û bi giranî birandar bûye.
 
Hate diyarkirin ku di xwepêşandanên ji nûve li bajarê Meşhed ê Îranê destepêkirî de, hêzên ewlehiyê bi guleyên rast mûdaxele kiriye. Gule li xwepêşanderên li Bulwara Vakîlabad kom bûne hatiye reşandin, ciwanek ku gule bi serê ketî ye û bi giranî birîndar bûye.
 
Di xwepêşandanên duh destpê kirin de, hate diyarkirin ku hêzên rejîmê bi çekên rast êrîşî qerebalixiyê kiriye. Di wê demê de xwepêşanderan bi keviran bersiv dane.
 
Li Bulwara Vakîlabad ku yek ji cadeyên herî qerebalixe û di wê cadeyê de girseya gel rê girt û xwestin bimeşin. Di dema mudaxeleyê de ciwanek ku navê wî nehatî zanîn, gule bi serê ket û bi giran birîndar bû.
 
Têkildarî rewşa tenduristiya ciwanê birîndar bûye tu agahî nehate bi destxistin, hate zanîn ku xwepêşandan heta derengê şevê dewam kiriye.