Bi girseyî serdana şîna Zîlan Tek hate kirin
- 19:52 8 Tîrmeh 2026
- Rojane
SÊRT - MABYA-DER a Sêrtê bi girseyî serdana şîna Zîlan Tek a YJA-Starî ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dabû hate kirin.
Zîlan Tek (Şîlan Sêrt) di 11’ê Gulana 2019’an de li qada di navbera navçeyên Pilemûriye û Kixî de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wê li goristana bêkesan a Dêrsimê hatibû veşartin, malbata wê di 6ê Tîrmehê de cenazeye wê girt û li Goristana Zevyayê ya Sêrtê veşart. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e (MEBYA-DER) ya Sêrtê li mala şînê ya taxa Alanê bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Şîlan Sêrt (Zîlan Tek) hate kirin. Rêverber û endamê partiyên siyasî yên bajêr û navçeyên wê, hevşaredarên navend û yên navçeyan, Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER û gelek endamên saziyên sivîl ên bajêr tev li serdanê bûn. Beriya ku girse derbasî hundir bibe bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî ku derbasî hundir bûn ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dûa xwendin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge di sersaxiyê de axivî, sersaxî da malbatê û gelê Kurd. Kenan Bîlge diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa wan derkevin.
Şîn di roja sêyemîn de bi dawî bû.







