Di destûra Sûriyeyê de misogerkirina mafên jinan hat nirxandin
- 15:13 19 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo nirxandina misogerkirina mafên jinan di destûrê Sûriyeyê de semîner li dar xist.
Li Hesekê Meclisa Jinan a Sûriyeyê semîner bi sernavê "Mafên jinan di destûrê dewleta nûjen de" li parka xwendinê organîze kir û rêxistin, partiyên siyasî, saziyên sivîl û çalakvanên jin tev lê bûn.
Endama komîteya qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Ebdulbaqî Xişo semîner bi rê ve bir. Rojîn Ebdulbaqî Xişo di destpêka axaftina xwe de got ew dema behsa misogerkirina mafên jinan dikin ne tenê behsa beşek ji civakê dikin, bi rêgeza wekhevî, rûmeta mirovahiyê û qanûn ve girêdayî ye.
Da zanîn ku jin beşek ji civakê ye û pêwîste aliyê siyasî, aborî, civakî û qanûnî ve mafên jinan werin misogerkirin. Her wiha têkoşîna tevgerên jinan bi bîr anî û got di gelek pêvajoyên dîrokî re derbas bûye, her tim daxwaza wekheviya navbera jin û mêr kiriye, li hemberî tûndî û zayendperestiyê şer kiriye û lazime di destûrê nû yê Sûriyeyê de qanûnî mafên jinan misoger bikin, rêz bidin maf û azadiya mirovan, parastina mafên jinan bingehê avakirina dewleteke wekhev û edaletî ye.
Rojîn Ebdulbaqî Xişo diyar kir ku jinên Sûriyeyê welatiyên Sûriyeyê ne û divê di destûrê de bê ku cûdahî têxin navbera jin û mêr de garantiya mafên wan were dayîn. Jin bikarin bi ewle bijîn, rûmet û azadiya wan were parastin, bixwînin, kar bikin, heqdestê wan û yên mêran weke hev be, tav li siyasetê bibin, di hilbijartinan de dengê xwe bidin, mafê wan hebe nêrîna xwe bînin ziman, di qada aborî, civakî û çandî cihê xwe bigirin.
Rojîn Ebdulbaqî Xişo di nava axaftina xwe de behsa Iraqê kir û got Iraqê sala 1986`an tev li peymana Sîdawo bû, her wiha di heman salê de 13`ê tebaxê sala 1986`an tev li peymana navneteweyî bû. Piştre sala 2014`an Iraqê madeya 9`emîn a peymanê rakir. Ji ber vê yekê divê destûrê Iraqê û dewletên dîtir werin lêkolînkiirn û bi hûrgilî madeyên girêdayî qanûnên jin werin diyarkirin.
Di dawiyê de Rojîn Ebdulbaqî Xişo got misogerkirina mafên jinan di destûrê Sûriyeyê de dê ne tenê bandorê li ser rewşa jinan bike her wiha dewletên nûjen û demokratîk li ser bingehê wekhevî û edaletê tê avakirin.







