Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

  • 11:06 21 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Parka Koşuyoluyê şîn hate danîn. 49 cangorî bi Sirûda Çerxa Şoreşê û diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin bîranîn. 
 
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê şîn hate danîn. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî di qonê şînê de cih girtin. Li ser maseyên di konê şînê de de hatine bi cihkirin wêneyên 49 cangoriyan û gul hatin danîn. Gel bi girseyî bi diruşma “Şehîd Namirin” serdana şînê dike.
 
Şîn bi serdanên girseyî didome.