Dê li geverê ji bo têkoşerên azadiyê taziye bê danîn

  • 13:16 24 Tebax 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê şîn bê danîn.
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê şîn bê danîn. Şîn dê sê roan li Salona Dawetê ya Çayirê, li Taxa Gungor a navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji bo gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê yên ku di dem û dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, pêk were.
 
Şîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li dergûşa şaristanêyê  winda kirine (MEBYA-DER) tê organîzekirin û dê sibê saet di 09:00'an de dest pê bike.
 
Di roja sêyemîn a şînê de, dê çalakiyeke bîranînê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, were lidarxistin.