Kampanya 'Çenteyê Rûmetê' dest pê kir

  • 11:30 2 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Înîsiyatîfa "Çenteya Rûmetê" ku ji bo jin û keçên ku ji şewatên li bajarên Cezayîrê Jijel û Bejaia zirar dîtine hatiye destpêkirin, armanc dike ku pêdiviyên wan ên bingehîn ên paqijiyê bicîh bîne.
 
Însiyatîfa "Bi Hev re Ber bi Pêşerojeke Baştir", tora Wassila AVIFE û rojnameya jinan a Cezayîrî (Le JFA) ji bo ku alîkariya jin û jinên ciwan ku ji agirên li çend deverên parêzgeha Jijel wêran bûn zirar dîtine, însiyatîfeke hevgirtina jinan bi navê "Çenta Rûmetê" dan destpêkirin. Însiyatîf, berî ku kampanyaya hevgirtinê berfirehî parêzgeha Bejaia bibe hat destpêkirin.
 
Ji însiyatîfa "Bi Hev re Ber bi Pêşerojeke Baştir" a TBD Algeria, Farah Lîna Şebûb got, " fikra 'Çenteyê  Rûmetê' bi hewldanekê dest pê kir da ku rewşa jinan li deverên herî bandordar fam bike. Piştî şoka destpêkê ya şahidiya şewatan, Farah dest bi têkiliya bi mirovên li parêzgeha Jijel re kir da ku hewcedariyên niştecihan binirxîne û pê hesiya ku jin û jinên ciwan di bidestxistina hin tiştên paqijiya kesane de zehmetiyan dikişînin. Ev yek bû sedema têkilîdanîna bi rojnameya jinan a Cezayîrî re û lihevkirinek ji bo destpêkirina însiyatîfek bi navê "Çenteyê  Rûmetê" ku tiştên bingehîn ji bo jin û jinên ciwan dihewîne.