Li Amed û Wanê meş: Wê dosya Rojînê bê ronîkirin

  • 19:44 27 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Amed û Wanê der barê duyemîn salvegera mirina bi guman a Rojîn Kabaîş  meş pêk hatin. Di meşên pêk hatin de hat diyarkirin ku heta ku di mirinên bi guman de gumanbar neyên darizandin wê têkoşîna edaletê bidome.
 
Li Wan û Amedê bi wesîleya duyemîn salvegera mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de meş pêk hatin.
 
Amed
 
 Bi pêşengiya rêxistinên jinan ji Qada Deriyê Çiyê heta Mizgefta Mezin meş pêk hat û daxuyanî hat dayîn.
 
Pankarta ‘Ji bo Rojînê edalet’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘maf hiqûq edalet’, ‘Gulîstan Doku serhildana me ye’, ‘Bijî berxwedana jinan’ hat berzkirin û dovîzên ‘Rojînê întîxar nekir, bila kujer bên darizandin’, ‘Kuerên Rojînê li ku ne’ hatin hildan. Malbata Rojîn Kabaîş, xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku, rêxistinên jinan û gelek jin tevli bûn.
 
Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş wiha got: “2 salên Rojînê qedyan. Ez pir êşê dikşînim. Çima kujer nayên dîtin? Jin tên qetilkirin. Bila kujer bên dîtin. Çima vê êşê bi me didin kişandin. Hem zanîngeh hem yurd berpirse. Em edaletê dixwazin. Hevala odeyê ya Rojînê hinek tiştan dizane. Bila biaxive.”
 
‘Çi bi Rojînê hat?’
 
Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê  parêzer Helîn Tapanci daxuyanî xwend.  Helîn Tapanci pirsa ‘Çi bi Rojînê hat’?’ pirsî û da zanîn ku lêpirsîn kêm hatiye meşandin û wiha got: “Di dosyayê de divê hemû îhtîmal tên lêkolînkirin. Divê rastiya li pişt mirina Rojînê derkeve holê. Mirinên bi guman yên jinan di bi navê întîxar û qezayan de hewl tê dayîn bê girtin.  Parastina mafê jiyana jinan ne tercîhek an jî mijarek girêdayê malbatê ye; berpirsyariya dewletê ye. Em ê heta dawî tgêkoşîna xwe bidomînin. Li dijî tenêhiştina malbatê wê têkoşîna me bidome.”
 
Ji Komîsyona Ji Bo Rojîn Kabaîş Edalet Şeymanur Çoban jî da zanîn ku ew dest ji têkşoîna xwe ya ji bo mirinên bi guman yên jinan didin berdandin û got dewlet û saziyan rastî veşartine.
 
Hevberdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî axivî û got wê li her derê jib o Rojîn, Gulîstan, Rojwelat û hemû jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane, hatine qetilkirin, têkoşîna edaletê bidomînin.
 
 ‘Wê Gulîstan bê dîtin, dosya Rojînê bê ronîkirin’
 
Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku jî axivî û got: “Ger me Gulîstan dîtiba, wê malbata Kabîş jî negotiba ‘ji bo Rojînê edalet’. Dema ku kujer bi rehetî negerîbana wê jin nehatibana qetilkirin. Bila kujer bizanibin, wê Gulîstan bê dîtin, wê dosya Rojînê ronî bibe. Bijî piştevaniya jinan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Wan
 
 Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza ‘Ji bo Rojînê edalet’ li Wanê meş pêk hat.
 
Girsey ali ber rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê hatin gel hev, berbi Qada Bajar ve meşiyan. Bavê Rojîn Kabaîş, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli meşê bûn. Pankarta ‘Em jib o Rojînê dimeşin ji bo heqîqetê berxwe didin’ hat bvekirin û dirûşmeyên ‘ji bo Rojînê edalet’ hatin berzkirin.
 
Piştî meşê Şehnaz Gezîcî axivî û da zanîn ku divê daxwazên parêzerên Rojînê û jinan li ber çavan bê girtin û got heta dawî wê ligel malbatê bin û têkoşîna xwe bidomînin.