Weqfa Jin a Şehîd Şevîn rêzesemînerên ‘Malbat û Zarok’ da destpêkirin
- 11:42 29 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), dibin pêşengiya Weqfa Jin a Şehîd Şevîn û Komîteya Jinêolojî a Mexmûr li ser girîngiya peywendiya malbat û zarokan rêzesemîner da destpêkirin.
Rêzesemîner dê çar şevan li her çar semtên wargehê berdewam bikin. Di van semîneran de li ser rola malbatê ya di pêşketina zarokan de, riyên rast ên xwedîkirin û avakirina hişmendiyeke hevpar a di navbera malbat û perwerdeya zarokan de tê destnîşan kirin.
Di vê çarçoveyê de, semînera destpêkê li Semta 4 a Şehîd Xebat hat dayîn. Beriya semîner were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Bihar Benek axivî.
‘Tenê bi çûyîna dibistanê perwerde têrê nake’
Bihar Benek di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku armanca wan a van semîneran di malê de perwerdekirina zarokan e û wiha axivî: “Me xwest di malê de mezin kirin û perwerdekirina zarokan bi çi şeweyî dibe bi semîneran balê bikşînin ser. Zarok tenê dema tên dibistanê perwerde destpênake. Zarokek dema ji dayîk dibe heta mezin dibe di malê de ji dayîk û bav bigire heya ji hemû ferdên malbatê perwerde dibîne. Tenê bi çûyîna dibistanê perwerde têrê nake. Tu di malê de zarokê xwe li ser çi bingehî mezin bikî zarok wisa mezin dibe. Ger zarokek baş û bi tendurist bê mezin kirin dema mezin dibe di aliye jiyanê bigire heya danustandin û rêz dayîna wî/wê bi dayîk, bav û hevalên xwe re baş dibe.”
‘Di mezinkirina zarokan de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê dayîkê’
Bihar Benek di dawiya axaftina xwe de balkişand ser berpirsyariya tevahî ferden malbatê li ser zarokan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema behsa dayîna seminer an perwerdeyekê tê kirin em dibînin tenê dayîk xwe berpirsyar dibînin û tevlîbûna xwe didin çêkirin. Me xwest di malê de derveyî dayîkê, bav, xwîşk, bira û ferdên malbatê yên cudatir jî tevlî perwerde bibin û yek jî armanca me ev bû. Di mezinkirina zarokan de erk û berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê dayîkê. Dibe pir dayîk bibêjin em pêwîstiyên zarokê xwe yên rojane pêk tînin. Bes dema zarok tên dibistanê tu dibînî ku dema mezin kirinê de hinek aliyên wî/wê yên jiyanê kêm derdikevin holê. Vê yek ê em di berpirsyartî û danustandina zarokan ya bi hevalên xwe re baştir dibînin.”







