Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk dewam dike
- 15:26 29 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi tecrûbeyên aştiyê yên navneteweyî dinirxîne, li Londonê destpê kir. Di konferansê de peyama Rêber Apo hate xwendin.
Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk (Peace and Democratic Integration Conference) ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurd (Centre for Kurdish Affairs) ve tê lidarxistin, li paytexta Îngilistan Londonê destpê kir.
Konferansa ji 2 rojan; nûnerên siyasî û sivîl ên Kurd, parlamenter, akademîsyen, rojnamevan, lêkolîner û kesayetên di pêvajoyên aştiyê yên welatên cuda xwedî tecrûbe ne, li hev dicivîne. Di konferansê de derfetên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, aliyên herêmî û navneteweyî yên pêvajoya li Tirkiyeyê bi hev re têne nirxandin.
Konferansê li Salona Konferansê ya Enstîtuya Endezyarên Makîneyê (Institution of Mechanical Engineers) destpê kir û li gel siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Serpîl Kemalbay ji welatên cuda gelek akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û nûnerên civaka sivîl tevlî bûn.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Koordînatora Centre for Kurdish Affairs Nejla Arî ve hate kirin. Nejla Arî qala armanca konferansê û çarçoveya bernameya du rojan kir û got, ew dixwazin tecrûbe û nêrînên siyasî yên cuda li hema platformê bigihînin hev.
Nejla Arî destnîşan kir ku aştiya mayinde tenê bi dawîkirina tundiyê pêk nayê got, tevlîbûna çalak a saziyên cihê baweriyê, garantiyên hiqûqî, nêzîkatiya hesabdayinê ya demokratîk û baweriya civakî ji hêmanên bingehîn ên pêvajoyê ne.
Piştî axaftina destpêkê ya Nejla Arî peyama Rêber Apo ya ji bo konferansê hate xwendin.
Piştî peyama Rêber Apo rojnamevan û dostê gelê Kurd Mark Campbell axivî. Campbell qala karên ERNK'ê yên li Brîtanyayê kir û bal kişand ser pêşketina dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya Kurd a li welêt.
Campbell kesên ku di nava têkoşîna Kurdan de li Brîtanyayê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û kampanya û karên ji bo piştevaniya bi Kurdan re vegot. Di axaftina xwe de işaret bi piştevaniya li Brîtanyayê kir û enternayonalîstên Brîtanyayî yên ku li Rojava di têkoşîna li gel Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
Piştre jî panela destpêkê ya konferansê bi sernavê "Dersên ji pêvajoyên aştiyê û diyaloga siyasî" hate lidarxistin.
Panela destpêkê bi moderatoriya Mûstafa Gundogû pêk hat. Mahmoud Patel, Radha D'Souza, Dr. Andrei Gomez-Suarez, Mariela Kohon û Prof. Vasileios Fouskas beşdarî panelê bûn. Victoria Sandino ku cihê xwe di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê de girt bi dîmen peyamek şand. Mahmod Patel jî bi rêya dîmen beşdarî konferansê bû.
Di panelê de li gorî mînakên pêvajoyên aştiyê yên Kolombiya, Efrîkaya Başûr, Qibris û welatên din, mercên veguherîna gava siyasîbûnê ber bi aştiya mayinde hate nirxandin. Îradeya siyasî, qonaxên pêvajoya muzakereyê, bicihanîn, garantiyên saziyî û rewabûna civakî ji sernavên bingehîn ên nîqaşê bûn.
Di roja destpêkê ya konferansê de her wiha wê li ser mijarên aştî, parvekirina erkê, sererastkirinên destûra bingehîn, xweserî, radestkirina erkê û xwerêveberiyê panel bêne lidarxistin. Bi rêya tecrûbeyên ji Îrlanda Bakur, Welatê Baskê, Kolombiya, Efrîkaya Başûr, Katalonya û Tîrol a Başûr modelên rêveberiya xwecihî, tevlîbûna demokratîk û aştiyê werin nirxandin.
Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk ku wê 2 rojan dewam bike, di panela destpêkê de bi axaftin û nîqaşan dewam dike.







