Li Hewlêrê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 16:00 29 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê, ragihand ku cenazeyê jinek hatiye dîtin û di çarçoveya bûyerê de 4 kes hatine binçavkirin.
 
Rêveberiya Polîsên Hewlêrê di daxuyaniyek de ragihand, ew ji hebûna cenazeyê jinekê li gundê Şêx Turab hatin agahdarkirin. Tîmên wan yekser çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.
 
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, piştî lêkolîna destpêkê çar gumanbarên bi navên; H.S.A, M.H.S, M.H.S û A.R.K hatine binçavkirin û lêpirsîna li gel wan de didome.
 
Li gor amarên ku RojNewsê parve kirine, di nava 9 mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 55 jin bûne qurbanî ku 26 ji wan hatine kuştin û 29 jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.