Îlham Ehmed: Kiryarên li Efrînê pêşî li ber vegera gundan digire
- 16:04 29 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed destnîşan kir ku di çarçoveya entegrekirinê de xelkê Efrînê vegeriya herêmên xwe yên resen lê ji ber mayîna çekdarên ji derveyî herêmê li Efrînê û kiryarên wan, rê li ber vegera koçberên din digire.
Siyasetmedar Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî û got: "Vegerandina xelkê Efrînê ya li herêmên xwe yên resen ji bo me deskeftiyeke mezin e û yek ji berhema peymana entegrekirina bi dewleta Sûriyeyê re ye."
Îlham Ehmed bal kişand ser rewşa Efrînê û got: "Em mayîna çekdarên biyanî li herêmê dişopînin. Mayîna wan li Efrînê li ber vegera koçberan dibe asteng. Li Efrîn û gundewarên wê destdirêjî li mal û erdên çandiniyê yê gel tê kirin. Destê xwe datînin ser zeytûnên gel û biryarên derqanûnî li ser gel ferz dikin û wan tengav dikin. Dema ku ew kes destê xwe datînin ser mal û milkê gel li ber vegera wan dibin asteng û hinek koçberên ku vegeriyan neçar dimînin ku malan kirê bikin, heyanî ku destê xwe li ser malên wan rakin. Bi van kiryaran qanûnan binpê dikin."
Îlham Ehmed wiha pê de çû: "Em qebûl nakin ku destê xwe deynin ser mal û milkên gel. Parastina sivîlan, çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê û rê li ber van kiryaran girtin, ji Wezareta Parastinê û saziyên ewlehiyê tê xwestin. Ez bang li wan dikim ku li gazincên gel guhdar bikin, pirsgirêka destdanîna ser mal û milkên xelkê herêmê çareser bikin, mal û milkên gel li wan vegerînin da ku aştiya civakî were parastin û aramî li herêmê çêbe."







