Li Farqînê hevdîtina keda jinan dest pê kir
- 15:31 13 Cotmeh 2026
- Çand û Huner
AMED - Şaredariya Farqînê û KASED li Farqînê Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê li dar dixin. Hevdîtin dê sê rojan bidome û îro li Parka Rindêxanê ya li navçeyê bi govend û kêfxweşiyê dest pê kir.
Şaredariya Navçeya Farqînê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li navenda Farqînê çalakî û bernameya Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê li dar dixin. Çalakî wê sê rojan berdewam bike. Di hevdîtinê de wê ked û karê jinan, hilberîn û hevgirtin jinan were nîşandan. Bernameyê bi şahiyeke coş û kêfxweş dest pê kir. Jin bi eleqeyeke mezin beşdarî çalakiyê bûn ku li Parka Rindêxanê pêk tê. Stand di hevdîtinê de hatine vekirin û jin berhemên xwe nîşan didin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên navçeyên Erxeniyê, Rezanê û Yenîşehîrê jî bi vekirina standên xwe beşdarî bernameyê bûn.
Di merasîma vekirina bernameyê de Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Farqînê Sumeyye Koçyîgît û Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Farqînê Şefîka Beyazit axivîn. Armanca civînê ew e ku ked, hilberîn û hevgirtina jinan bêtir xuya bike û were nasîn.
Bernameya sê rojan bi vî rengî ye:
* 13ê Cotmehê: Hêlan, Koma Erbanê, Koma Govendê ya Arjîn dê derkevin ser dikê.
* 14ê Cotmehê: Danasîna Cil û Berg û Aksesûarên Kevneşopî yên Kurdan, diwana dengbêjên jin.
* 15ê Cotmehê: JinMa, Koma Govendê ya Dîcle-Firatê







