Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

  • 18:13 7 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
WAN - Kooperatîfa Jinan a Hevpar ku li Tuşbayê ji aliyê heft jinan ve hate damezrandin, yekemîn berhemên xwe bi berhevkirina sêv û givîjan bi dest xist. Berhemên yekem ên kooperatîfê ku Şaredariya Tuşbayê piştgiriyê dide, dê bi keda jinan veguherînin sirkeyê.
 
Kooperatîfa Jinan a Hevpar ku ji bo keda jinan û di jiyana aborî de xwedî cihekî xurtir bibin li Tuşbayê ya Wanê hatiye damezrandin, yekemîn berhemên xwe kom kirin. Di yekemîn komkirina berheman a kooperatîfê de, Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanê Akkoş, endamên meclisa şaredariyê û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan li baxçeya sêvan a li taxa Xavisê bi jinan re hatin cem hev.
 
Hilberina kêda 25 salan
 
Baxçeya ku berhevdan lê hate kirin, berhema keda 25 salî ya hilberîner Zeynep Onay e. Li baxçeyê ku salên berê zeviyeke hişk û vala bû, îro darên sêv, hilûk û givîj tê de hêşîn dibin. Zeynep Onay diyar kir ku di avakirina baxçeyê de ji şaredariyê jî piştgirî wergirtine û got: “Ev baxçeya ku me ava kiriye li ser keda 25 salan e. Li vir tu tişt tune bû, zevî hişk bû. Me sêv, hilûk û givîj danî. Me serî li şaredariyê da û şitil wergirtin û niha berhemên van daran berhev dikin. Em ê bi van sêvên ku me ji baxçeya sêvan a me ji bo kooperatîfê berhev kirine sirkeyê çêbikin. Berê me sêvên xwe hişk dikirin û difirotin. Niha em ê di kooperatîfê de wan bikin sîrke.”
 
‘Armanca me ew e ku jin hem ji aliyê aboriyê de hem ji aliye civakî ve xurt bibin’
 
Hevşaredara Tuşbayê Xanê Akkoş anî ziman ku xebata pêkhatî tenê berhevkirina sêv û givîja nîn e û bal kişand ser girîngiya xuyakirin û dîtbariya keda jinan. Xanê Akkoş ev yek got: “Îro em bi kooperatîfa me ya ku bi keda jinan hatiye avakirin, hatin ku givîj û sêvan berhev bikin. Em dixwazin berhem neberbiçin û bi keda jinan bên nirxandin. Armanca me ya yekem ew e ku em sêvan di çêkirina sirkeyê de bi kar bînin. Lê armanca me tenê berhevkirina sêvan û çêkirina sirkeyê nîn e; armanca bingehîn a me ew e ku em bi jinan re hilberînin û keda jinan berbiçav bikin.  Dê di rojên pêş de kooperatîfê were vekirin û  armanc ew e ku jin hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî ve xurt bibin. Di  çarçoveya kooperatîfê de, ji bilî hilberîna sirkeyê, gelek xebatên wek hişkkirina fêkî û sebzeyan, hilberîna rûn ji givîjên xwezayî û nirxandina nebatên xwezayî bi hişkkirinê dê bêne meşandin. Ez bang li hemû jinên bajêr dikim ku tevlî kooperatîfa me bibin.”