Li Peyasê civîna gel
- 21:59 11 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Di civîna Gel a ku DEM Partî ya Amedê pêk anî de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrîşên li hember Rojava û komploya 15’ê Sibatê hat nirxandin.
Rêxistina DEM Partî ya Amedê li navçeya Peyas a Amedê li Mala Şînê ya Çermîklîler civîna gel pêk anîn. Rêxistinên Dem Partiyê ya navend û Peyasê, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrîşên li hember Rojava û komploya 15’ê Sibatê hat nirxandin. Pirsên welatiyan jî hat girtin. Welatiyan diyar kirin ku hikûmet cidî nêzî pêvajoyê nabe û got divê gav bên avêtin.
Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê girtî berdewam kir.







