Akademisyena hatibû îxraçkirin hat girtin
- 14:02 12 Sibat 2026
- Rojane
NAVEND NÛÇEYAN - Akademîsyen Leyla Baxşandefar ji ber ku destek dabû çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kar hatibû dûrxistin, di dema serdegirtina polîsan a mala wê ya li Meşhedê de, hate binçavkirin û şandin girtîgehê.
Endama hîndekariyê ya zanîngehê Leyla Baxşandefar ku destek daye çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê ji erkê xwe hatibû dûrxistin. Di serdegirtina hêzên ewlehiyê ya mala wê ya Meşhedê hate binçavkirin.
Hate zanîn ku Leyla Baxşandefar sewqî girtîgeha Vakîlabad hatiye kirin. Hate diyarkirin ku Leyla Baxşandefar 12 salan li zanîngeha Noor ya Peyam ders daye û beriya ku ji kar bê dûrxistin zagona hîndekariyê hebû. Ji dema ku hatiye girtin heta niha nehiştine ku bi malbatê re hevdîtin pêk bîne. Kesûkarên Leyla Baxşandefar diyar kirin ku rastî gefên giran û zextan hatiye.







